Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî

  • jin
  • 09:57 25 Hezîran 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê di 3 mehan de li dijî 5 zarokan sûcê îstîsmara zayendî hate kirin. Ji Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr got: “Heta ku daraz piştgiriya faîlan bike, dê îstîsmar ne tenê bûyereke îstîsmarê lê di heman demê de meseleyeke polîtîk be.”  

Li Şirnex û navçeyên wê ku gelek caran bi polîtîkayên şerê taybet di rojevê de ne, li rexekî qirkirina ekolojiyê û li rexa din jî bi sûcên li dijî jin û zarokan di rojevê de ne. Tenê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li dijî zarokan 5 bûyerên sûcên zayendî hatin kirin. Balkêş e ku ev faîlên ku di saziyên cemaweriyê de dixebitin jî negirtî tên darizandin. 
 
Sûc û darizandinên di nava du mehan de di raya giştî de cih girtin ev in: 
 
* Di 30’ê Nîsanê de li dibistaneke seretayî ya li Şirnexê zarokên bi navên D.S.B. (13), M.A. (11), A.A. (11) û A.G.Z. (12) rastî tacîza zayendî ya mamoste Muammer Ugur hatin. 
 
* Polîsê bi navê Oguzhan Yucesoy, di 27’ê Gulanê de li Şirnexê “îstîsmara zayendî” li zarokek 15 salî kir û DNA ya polîsî li ser cilên zarokê hate tespîtkirin. Tevî vê jî faîl negirtî tê darizandin. 
 
* Di 1’ê Hezîranê de derket holê ku xebatkarê şaredariyê Cevher Ş. li Şirnexê tacîza zayendî li zarokekê kiriye û hatiye girtin. Parêzerê faîlî bi îdiaya “hişê wî li serê wî nîne” ev kes parast. 
 
* Di 10’ê Hezîranê de derket holê ku kesê bi navê Yûsûf Acar tecawizê 4 zarokan kiriye. Piştî giliyê malbatan, faîl hate binçavkirin û ji sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “îstîsmarkirina biwesf a li dijî zarokan” hate girtin. 
 
* Di 20’ê Hezîranê de derket holê ku mamosteyê bi navê Sadun Vural li dibistaneke amadehî ya li Silopiyayê li wargeha xwendekaran, di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 zarokan kiriye. Faîlê ku negirtî tê darizandin, tenê bi demkî ji peywirê hate dûrxistin. 
 
 
Seroka Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr têkildarî sûcên zayendî yên li herêmê li dijî zarokan zêde dibin, axivî. 
 
NECEZAKIRIN CEZARETÊ DIDE 
 
Emîne Ozdemîr, diyar kir ku helwesta faîlan diparêze bi xwe re necezakirinê tîne û got: “Gelek sedemên zêdebûna sûcên zayendî yên li dijî zarokan ên li herêmê hene. Mekanîzmaya venêrînê qels e, malbat û zarok li dijî van sûcan zana nînin û çalaknebûna saziyan dike ku pêşiya van îstîsmaran neyê girtin. Hêzên ewlekariyê, rêveberiyên herêmî û yekîneyên xizmeta civakî di mijara parastina ewlehiya qada jiyanê ya zarokan de qels dimînin. Ev jî sedemek e. Anku newekheviya civakî, xizanî û xwenegihandina perwerdeyê dike ku zarok jiğ torên civakî yên parastinê dûr bisekinin. Temenê zarokan biçûk e, ditirsin van travmayên xwe vebêjin û bi rehetî tên bêdengkirin. Ev jî dike ku ew bûyer neyên zanîn. Her wiha pergal feodal a li herêmê jî dike ku ev bûyer bên veşartin. Ev sedem jî dikin ku avadaniya baviksalarî û tundiya nêrza di nava civakê de rewa bibe. Darizandina negirtî û biryarên beraetê yên ji bo faîlan, cisaretê de yên din. Necezakirin, zemîna dubarekirina sûc çêdike. Bi taybet jî sûcên weke îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan bi xwe re hilweşîna civakê tîne.” 
 
‘MESELEYEJE POLÎTÎK E’
 
Emîne Ozdemîr, got ku weke komîsyon hemû bûyeran dişopînin û got: “Malbat tên tirsandin, delîl tên tunekirin û di pêvajya tipa edlî de binpêkirin zêde ye. Di pratîka darazê de jî li dijî faîlan parastineke sîstematîk heye. Faîlş piranî negirtî tên darizandin û bi îdiaya ‘delîl kêm in’ tên beraetkirin. Bi taybet jî di bûyerên îstîsmarkirina zarokan de pêvajoya komkirina delîlan, li gorî statûya faîl a di nava civakê de teşe digire û gelek caran îfadeya zarok bi tenê tê hiştin. Ev jî hem pêşiya edaletê digire hem jî zemîna dubarekirina sûc amade dike. Di rewşên daraz li cem faîl cih digire de îstîsmar ne tenê meseleyeke edlî, di heman demê de meseleyekî polîtîk dibe.” 
 
DEMA FAÎL LEŞKER, POLÎS BÛN... 
 
Bi domdarî Emîne Ozdemîr got ku di bûyerên li herêmê de heke faîl hêzên ewlekariyê bin, polîtîkayên necezakirinê bêhtir xwe nîşan dide û got: “Dema faîl welatiyên jirêzê bin, her çend her tim nebe jî carnan ceza tên dayin. Dadgeh, daxwaza tevlbiûna komîsyonên baroyan a dosyayê red dike. Hewl didin me li derveyî pêvajoyê bihêlin. Komîsyona me hemû dosyayên îstîsmara zayendî dişopîne. Di vê pêvajoyê de me dît ku di gelek bûyeran de dozger lêpirsîneke baş nake, hêzên ewlekariyê tevdîrên parastinê nakin û di pêvajoya komkirina delîlan kêm tê hiştin. Em di mijara xwegihandina dosyayan de zehmetiyan dikêşin. Bersûc û malbatên wan, beriya gilî were kirin zextê li zarok û malbatên wan dikin û hêj ji serî ve zirarê didin pêvajoyê. Tevî hemû astengiyan jî, ji bo faîl hesabê bibdin em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
GIRÎNGIYA 72 SAETÊN DESTPÊKÊ
 
Emîne Ozdemîr, got ku bi taybet jî gelek girîng e zarokên tecawiz lê hatiye kirin bêyî serê xwe bişon û cilên xwe biguherînin divê di nava 72 saetan biçin nexweşxaneyê û wiha bi dawî kir: “Ev pir girîng e. Nexwe dê dîsa bi îdiaya ‘delîlên kêm’ biryara beraetê bidin. Li dijî îstîsmarên zayendî ne tenê daraz, têkoşîna civakî jî pir girîng e. Ji gel heta rêxistinên civaka sivîl, divê her kes xwedî sekn be. Bêdengî, cisaretê dide faîlan û piştevanî zarokan diparêze.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’