Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe

  • rojane
  • 10:31 25 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku divê tavilê nav li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin were kirin û bi demê re neyê vehêlandin. Koordînatorê Ekopolîtîkê Tarik Çelenk jî got: “Çareserî, bi edaletê dibe.” 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê: Heqîqet û Edalet” li dar xist. Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, endama Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Elîf Turan û nivîskarê Ekopolîtîk Tarik Çelenk têkildarî aştiya civakî axivîn. 
 
 
Akin Bîrdal, diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heta niha gelek firsend çêbûne û lê veneguherîne aştiyê. Bîrdal, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê nirxand û got: “Ev geşedan, ji bo pêvajoyê gelek sûdewer in. Ji bo aştiyeke mayinde û birûmet, êdî dora dewlet, Meclis û rêxistinên civaka sivîl e. Divê ev pêvajo civakî bibe.” Bîrdal, got ku xebata ÎHD’ê, hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê” ya li Stenbolê û hwd. girîng in û got her kes piştgiriyê dide pêvajoyê. 
 
‘DIVÊ BI DEMÊ RE NEYÊ VEHÊLANDIN’
 
Bîrdal, diyar kir ku divê pêvajo bi demê re neyê vehêlandin û wiha domand: “Ji ber ku aloziyeke kûrewî heye. Divê Tirkiye çareseriya aştiyane û demokratîk weke firsendekê bibîne û venehêle. Nexwe dibe ku aloziya li herêmê rê li ber pêvajoyê bigire. Divê rêxistinên civaka sivîl li gorî nexşerê û plansaziyekê tevbigerin. Dê kengî, çi were kirin divê were zanîn. ÎHD, bi lidarxistina konferansê nîşan da ku pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Bi konferanseke rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, rewşenbîr û akademîsyen tev li dibin dikare îradeyeke kolektîf derkeve holê û lijneyek were avakirin. Ew lijne jî dikare di navbera Enqere û Îmraliyê de bibe pirek.” 
 
‘DIVÊ KOMÎSYON TAVILÊ WERE AVAKIRIN’ 
 
Bîrdal, anî ziman ku komîsyona li Meclisê tê avakirin girîng e, divê ev komîsyon bi her kesî re, bi malbatên leşker û gerîlayan re, bi mexdûr û kedkaran re hevdîtinê bike û bernameyên hevpar çêbike. Bîrdal, got divê ev pêvajo qut nebe û ji bo vê tişta ji dest tê were kirin. Bîrdal, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de edalet girîng e û mînakên li dewletên din da. Bîrdal, 10’emîn Pakêta Darazê, rewşa girtiyên nexweş û siyasî bi bîr xist û got divê dewlet ji bo çareseriyê ajandayekê bixe pêşiya xwe, navekî li pêvajoyê bike, zimanê medyayê êdî zimanê aştiyê be û lêçûnên ji bo şer bên bidawîkirin û dewlet berê xwe bide aştî û xwişk-biratiyê. Bîrdal, destnîşan kir ku divê muxalefet lez bide pêvajoyê û rojeva sereke ya meclisê aştî be. 
 
ÇELENK: DIVÊ QADA SIVÎL JÎ WERE VEKIRIN 
 
 
Koordînatorê Ekopolîtîkê Tarik Çelenk jî got: “Divê mirov realîst be. Heke dewlet îradeya çareseriyê nîşan bide, mîna qada siyasî divê înîsiyatîfa qada sivîl jî veke. Ji bo vê jî divê zemîna hiqûqî amade bike û temînatan bide. Wê demê dê wateya xebatên civaka sivîl bibin. Divê muhafazakarên Kurd û Tirk jî dakevin qadê û dewlet wan teşwîq bike. Ew li benda vê ne. Mecbûr e malbatên leşker û hêzên ewlekariyê bîne gel hev. Di 2013’an de qada sivîl pir hate vfekirin lê qada siyasî tev li nehat kirin. CHP û MHP tev li nekirin. Pêvajo niha pir nepen û taybet tê meşandin. Tiştên nayên zanîn, ji yên tên zanîn zêdetir in. Em jî bihêvî ne. Divê şefafiyeke hebe ku civaka sivîl bizane ka çi dike.” 
 
‘ÇARESERÎ BI EDALETÊ DIBE’ 
 
Çelenk, anî ziman ku ÎHD û saziyên mîna wê divê bi koordîneyî hewl bidin rêveberên Tirkiyeyê qaneh bikin. Çelenk, got: “Ev meseleye, bi edaletê dikare çareser bibe. Ne bi siyasetê, bi edaletê.” 
 
ELÎF TURAN: DIVÊ CIVAKA SIVÎL BIBE PIR 
 
 
Endama TÎHV’ê Dr. Elîf Turan jî diyar kir ku dema li çîrokên malbatan guhdarî kirî, geşedanên di 10 salan de qewimîn mîna fîlmekî li pêş çavên wê derbas bûne û got: “Tiştên me bihîstin, nîşan dan ka çiqasî pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ji bo dermankirina wan birînan, divê edalet pêk bê. Ji bo vê jî divê hevrûbûnek çêbibe. Pêdiviyeke mezin bi rêxistinên civaka sivîl heye. Ji ber ku hafizeya bajaran e. Divê em ji her du aliyan re vebêjin ka aştî ji bo civakan çiqas girîng e. Divê civaka sivîl di navbera siyaset û civakê de bibe pir û aştiyê vebêje.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’