QERS – Hevserokê Navçeya Qaxizmanê ya DEM Partiyê Tûncer Aras bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev gavên yekalî fikar û pirsgirêkên baweriyê yên gel kûrtir dikin. Divê dewlet di vê qonaxê de samîmiyeta xwe nîşan bide."
Navçeya Qaxizmanê ya Qersê di nav wan cihan de ye ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi piştgiriyeke xurt esas digire. Der barê piştgirî û bangê de li bajêr ku kurd, tirkmen, terekeme, azerî, şîa û sunnî lê dijîn, Hevserokê DEM Partiyê ya Qaxizmanê Tûncer Aras got ku banga Abdullah Ocalan hêvî daye tevahiya civakê. Aras ku di sala 1997'an de xwişka xwe Nurcan Aras di pevçûnekê de û xwişka xwe Fahriye Alkan jî di dema kampanyaya hilbijartinên 2009'an de di qezayekê de winda kir, bal kişand ser avaniya pirnasnameyî ya navçeyê û got: "Em li cihekî ne ku baş dizane ku cudahî çavkaniya dewlemendiyê ne. Em li vir bedewiya jiyaneke hevpar tecrûbe dikin. Heta ku destwerdana derve tune be, gel dikare hem di êş û hem jî di kêfxweşiyê de bibe yek. Mirovên xwedî nêrînên îdeolojîk ên tund dikarin li vir bi toleransê nêzîkî hev bibin. Cudahiyên îdeolojîk mirovan ji hev cuda nakin. Tişta ku mirovan ji hev vediqetîne siyaseta li ser înkar û hilweşînê hatiye avakirin e."
Aras diyar kir ku ew endamên partiyekê ne ku aştiyê wekî rêgez diparêzin û banga wê dikin û got: "Pêvajoya heyî di civakê de bendewariyên mezin çêkiriye. Di nav gel de heyecaneke mezin heye. Mirov dibêjin ku ev pêvajo diviyabû pir zûtir dest pê bikira. Çanda jiyana hevbeş tiştek e ku bi sedsalan e heye. Her kes li benda aştî, aramî û jiyana biratiyê ye. Niha di nav mirovan de hin fikar jî hene. Tişta ku bi berdewamî van fikaran çareser dike, gavên pratîkî ne ku werin avêtin."
'MISOGERKIRINA QANÛNÎ DIVÊ'
Aras diyar kir ku qanûnên heyî ji bo pêşketina pêvajoya heyî û danûstandinan derfeteke zêde nadin û got: "Ji bo vê yekê, divê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst demildest werin çêkirin. Divê dadweriyek demokratîk, dadperwer û bêalî were avakirin. Pêdivî ye ku pergala hiqûqê bi tevahî ji nû ve were sererastkirin. Ji bo kesên ku di dema qirkirina siyasî de hatine girtin û hîn jî tên darizandin, divê rêziknameyên nû werin danîn. Girtiyên ku di girtîgehan de ne divê werin berdan. Ji bo van hemûyan misgoerkirina qanûnî divê."
Aras destnîşan kir ku di civakê de hem hêvî û hem jî heyecan û hem jî fikar û guman hene û got: "Pêkanîn û ezmûnên berê eşkere ne. Ev guman dikarin bi gavên pêbawer ji holê werin rakirin. Em pir baş dizanin ku ev yek bi yekalî nayê kirin. Ev gavên yekalî fikar û bêbaweriya raya giştî hîn kûrtir dikin. Divê dewlet di vê qonaxê de dilsoziya xwe nîşan bide."
MA / Omer Akin