NAVENDA NÛÇEYAN – Spotê dest bi weşanê kir, di bernameya Dort 1 Yandan de komîsyona Meclisê hate gotûbêjkirin.
Kooperatîfa Çapemeniyê ya Spotê, li ser kanala youtubeyê dest bi weşanê kir. Spot a ku ji aliyê rojnamevan Burcu Karakaş, Îrfan Aktan, Bahadir Ozgur û Ceren Bayar ve hate damezirandin, bi bernameya Dort 1 Yandan ve dest bi weşanê kir. Rojnamevanên ku rojev nirxandin, sernavên wek têkiliya rantparêziyê bi şewata daristan re, komîsyona ‘pêvajoyê’ ya ku dê li Meclisê bê avakirin, mînakên heqîqet û hevrûbûnê yên li cîhanê, gotin û sûcen nefretê û guhertina hişmendiyê gotûbêj kirin. Hûn dikarin bernameyê li ser vê lînkê temaşe bikin.