NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya ofîsa Netanyahu, qebîneya ewlehiyê ya Îsraîlê “Plana kontrolkirina Xezeyê” erê kir.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, qebîneya ewlekariyê ya Îsraîlê “Plana kontrolkirina Şirîda Xezeyê” erê kir. Li gorî daxuyaniyê, plana hatiye erêkirin bi taybet jî li ser Şirîda Xezeyê disekine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku plan û “pênc rêgezên ku dê şer bi dawî bikin” hatine erêkirin.
Di berdewamiya daxuyanyê de wiha hate gotin: “IDF li rexekî haziriyên kontrolkirina Xezeyê dike li rexa din jî dê alîkariya mirovî bigihîne sivîlên li derveyî herêmên şer.” Di daxuyaniyê de pênc rêgezên ji bo “bidawîkirina şer” jî wiha hatin rêzkirin:
“*Bêçekkirina Hamasê.
*Dayina hemû dîlgirtiyên zindî û mirî.
*Bêleşkerkirina Şirîda Xezeyê.
*Kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê ya li ser Şirîda Xezeyê.
*Hebûna hikûmeteke ji bilî Hamas an jî Rêveberiya Filistînê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şerê piştî êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan a li dijî Îsraîlê dest pê kirî heta niha de, li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya girêdayî Hamasê herî kêm 61 hezar û 158 Filistînî hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku krîza xurekan a li Xezeyê kûr dibe û heta niha 99 zarokan ji birçan jiyana xwe ji dest dane.