AMED - Nûnerên rêxistinên jin û maf ên li Amedê xwe ji bo meşa 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amade dikin, gotin: “Em baş dizanin ku pêvajoya aştiyê ya ku birêz Abdullah Ocalan dixwaze pêş bixe, tenê bi têkoşînê dikare biencam bibe.”
1’ê Îlonê Roja Aştiyê y Cîhanê ya îsal bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga dîrokî ya 27’ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, pêşwazî dike. 1’ê Îlonê dê li gelek bajaran bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi çalakiyên cuda bê pêşwazîkirin. Starta çalakiyan dê di 31’ê Tebaxê de li Rihayê bê dayin û li Amedê jî dê meş were lidarxistin. Meş, dê j pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rezanê heta pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê bidome.
Jinan, diyar kirin ku ji şer herî zêde ew bibandor dibin û ji ber pêvajoya heyî, 1’ê Îlona îsal bi kelecaneke cuda pêşwazî dikin.
Ji TJA’yê Hulya Alokmen diyar kir ku di şer de her tim jin û zarok winda dikin û got: “Dema em jin dibêjin ‘ji şer re na’, an jî dema em daxwaza aştiyê dikin; di heman demê de em daxwaza me ya ji bo guherandina pergala parvekirinê ya nêrza heye. Dema em qala têkoşîna rizgariya jinê û ekolojiyê dikin, em li vir behsa têkoşîna aştiyê dikin. Lewma têkoşîna jinan her wiha têkoşîna aştiyê ye. Bangên birêz Ocalan kir ku em wateyeke cudatir li 1’ê Îlona îsal bar bikin. Hewceye tevgera jinên Kurd bi dengê xwe yê bilind li qadên 1’ê Îlonê be, daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman.”
'DIVÊ JIN BÊHTIR TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN’
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû jî destnîşan kir ku jin daxwaza jiyaneke azad, wekhev û aştiyane dikin û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiya mêr-dewletê, ji her kesî bêhtir jin aştiyê diqîrin. Li seranserî cîhanê pêdivî bi aştiyeke lezgîn heye. Banga birêz Ocalan û komîsyona li Meclisê hatiye avakirin nîşan didin ku dawiya şer, tundî û pevçûnan nîne. Çi dibe bila bibe divê aştî û guftûgo hebe. Ev ji bo civak û jinan girîng e.
Hejmara jinan a di komîsyonê de kêm e û ev cihê rexneyê ye. Divê ji bêhtir tev li pêvajoya aştiyê bibin û xwedî gotin bin. Yên herî zêde êş kişandin, bedel dayin ew in. Herî zêde ew dikarin sûdewer bin. Lewma divê neyên paşguhkirin. Ji ber ku avakerên civaka demokratîk jin in. Civakeke jin tê de ne wekhev û azad, nikare qala demokrasiyê bike.”
'BENDEWARIYA JINAN JI AŞTIYÊ HEYE’
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen jî got ku ew aştiyeke ku jin nayên qetilkirin, weke koleyên mêran nayên dîtin û rastî tundiyê nayên dixwazin û got: “Hêviyên jinan ji pêvajoya heyî hene. Di serdemeke wiha de îktîdar hewl dide jinê di malê de hefsî bike. Sedema sereke ya tundiya li dijî jinan, newekheviya zayendî ye û îktîdar bi xwe vê diafirîne. Diyanet, tundiya li ser jinan rewa dike. Tiştên îktîdar dike nayên qebûlkirin.”
'AŞTÎ BI TÊKOŞÎNÊ TÊ’
Suzan Îşbîlîrê da zanîn ku bi pêvajoyê re berpirsyartiya têkoşînê ketiye ser milê jinan û axaftina xwe wiha qedand: “Jinan, destkeftiyên xwe bi têkoşînê bi dest xistin. Îro jî ev erk û berpirsyarî dikeve ser milê jinan. Em baş dizanin ku bi têkoşîna xwe em dikarin pêvajoya aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan dixwaze pêş bixe bi ser bixin. Heke em têbikoşin wê demê dê firsenda aştiyeke birûmet bikeve destê me. Ji bo vê jî divê ji ewil e jinan birêxistin bikin. Tişta ku dê jinan rizgar bike, têkoşîn û xwebirêxistinkirina jinan e. Em girîngiyê didin yekdengiya jinan a ji bo aştiyê. Dema ev deng girseyî bû, îktîdar çi bike jî nikare tiştekî bike. Em bang li hemû jinan dikin ku di 1’ê Îlonê de dakevin qadan û aştiyê biqîrin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel