AMED - Dadgeha Îdare ya Herêma Dîlokê, biryara ku destûr nedida polîs Idrîs Aksoy ê bi TOMA’yê zarokê 5 salî Efe Tektekîn qetil kiribû were darizandin, betal kir.
Zarokê 5 salî Efe Tektekîn di sala 2019’an de li navçeya Rezanê ya Amedê dema dixwest li ser Cadeya Emekê derbasî aliyê din bibe, wesayîta bizirx a TOMA’yê da ser û qetil kir. Der heqê ajokarê wesayîtê polîsê bi navê Îdrîs Aksoy de ji sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê di danişîna 29’ê Adara 2022’yan de ji bo Aksoy biryara beraetê da. Aliyan, li dijî biryarê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê dan.
10’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê dosya lêkolîn kir. Daîreyê, diyar kir ku ji bo darizandina bersûcî ji saziya îdarî ya lê dixebite destûr nehatiye girtin û biryara beraetê betal kir û biryara sekinandina darizandinê da. Piştî biryara sekinandina darizandinê, 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ji bo darizandinê destûr ji Qeymeqamtiya Bajarê Nû xwest lê ji ber ku qeymeqamtiyê destûr neda, darizandina polîs Aksoy hate sekinandin.
'BIRYAR HIQÛQÎ NEHATIYE DÎTIN’
Parêzerê malbatê, li dijî biryara destûrnedayina lêpirsînê ya Qeymeqamtiya Bajarê Nû, li Dadgeha Îdare ya Herêma Dîlokê îtîraz kir. Dadgehê, îtîraz qebûl kir. Dadgehê, di biryara xwe de bi bîr xist ku di doza cemaweriyê de du caran rapora qisûrê hatiye standin û di raporekê de ji bo polîs Aksoy “bêqisûr” hatiye gotin û di rapora din de jî “di asta duyemîn de biqisûr e” hatiye gotin. Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo lêpirsîna edlî bi qasî tê xwestin gumanên sûc hebûn û diviyabû meqamên edlî binirxandina ka qisûra polîs Aksoy heye yan na. Dadgeha Îdareyê got ku biryara destûrnedayina lêpirsînê ya Qeymeqamtiya Bajarê Nû hiqûqî nîne û xwest ev biryar were betalkirin. Bi vê yekê re pêşiya jinûve darizandina polîs Aksoy hate vekirin.
Tê payin ku piştî vê biryarê, polîs Aksoy di rojên pêş de careke din were darizandin.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel