HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku Tirkiye weke “gef” nîşan dide, bi tecrûbeya xwe ya 10 salan û şêwazê rêxistiniya xwe, hêza herî girîng e ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de rol dilîze. 

 
Tirkiye, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi demê re vedihêle û li hemberî gavên aliyê Kurd diavêje jî tu gavên şênber naavêje. Tirkiye, ferz dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) were bêçekkirin lê ev daxwaz û rastiya li qadê hev nagirin. HSD’ê di pratîka xwe ya heta niha de îspat kir ku ji bo Tirkiye ya bi hinceta “gefê” êrişan dike “gef” nîne. Lêbelê Tirkiye dîsa jî biisrar HSD’ê jî weke parçeyeke PKK’ê îdia dike û hewl dide di nava hêza leşkerî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bihelîne. 
 
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara de Mitabeqeta 10’ê Adarê hate îmzekirin lê hêj neketiye meriyetê. Li gorî peymanê, diviyabû bi sedhezaran kesên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kirin dîsa vegerin warên xwe. Tevî vê xala peymanê jî tekane hedefa Şara û Tirkiyeyê bû ew ku HSD’ê bêşert tev li Artêşa Sûriyeyê bikin. Di heman demê de ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku bêyî şertekî deyne holê qadên çavkaniya aborî radestî hikûmeta demkî bike. 
 
HSD ku Tirkiye hewl dide weke “gef” nîşan bide, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ne tenê weke hêzeke leşkerî derket holê. Di heman demê de weke qada têkoşîna hevpar a gelan û modela neteweya demokratîk a ku îstîqrar li herêmê vegerandî jî ava kir. 
 
Di serdemeke ku DAIŞ mîna ewrên reş li Rojhilata Navîn belav dibû û ji hêla hêzên hegemon ve dihat mezinkirin de, HSD di 10’ê Cotmeha 2015’an de weke hêviyekê damezirandina xwe ragihand. Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes û gelek miletên din di bin sîwana wê de hatin gel hev, fikra pêkvejiyanê bi awayekî şênber nîşan dan û di navbera pêkhateyên îxtîmala di navbera wan de pevçûn derkevin de jî hevsengiyek ava kir. 
 
HSD, bêyî ku xwe bispêre hêzên derve, li ser zemîna yekitiya gelan derket holê. Di serdemeke ku îktîdarên navendperest yek bi yek hildiweşiyan de ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê û ji bo dagirtina valahiya ewlehî û îdarî weke sîwaneke hevgirtinê derket holê. 
 
JI PARASTINÊ BER BI HEBÛNÊ VE  
 
Şerê Kobanê, di mijara avakirina HSD’ê û dîroka herêmê de qonaxeke diyarker e. Hêzên bi pêşengtiya Kurdan, bi derfetên pir bisînor û kêm li dijî hêza mezin a DAIŞ’ê li ber xwe dan, bajar veguherandin sembola berxwedana kûrewî. Ev, bû hêza cewherî ya HSD’ê. 
 
Di nava van pevçûnan de disiplîn, plansazî û doktirîna şer teşe girt. Ji Kobanê heta ber bi sala 2019’an dema kelehên dawî yên DAIŞ’ê dihatin hilweşandin de yek j operasyonên leşkerî yên herî hesas ên dîroka hemdem a Sûriyeyê biencam bûn. Şerên stratejîk ên ber bi Minbic, Reqa, Dêra Zor û Baxozê hatin jiyîn. Tekane armanca HSD’ê ya li herêmê ne ew bû ku DAIŞ’ê ji hêla leşkerî ve têk bibe lê di heman demê de bû deriyê avakirina modeleke biîstîqrar ê îdarî û ewlehiyê jî. 
 
NAVÊ ÎSTÎQRARA LI HERÊMÊ  
 
Nêzî sed hezar leşkerên jin û zilam ên HSD’ê hene. Tişta HSD’ê ji kom û avadaniyên din ên Sûriyeyê cuda dike jî, ji kombûna hestiyarî û demkî zêdetir, xwedî tevgerîneke hevgirtî û rêvebirinê ye. HSD, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku zêdetirî 10 sal in didome de berevajî rêxistinên din, di encama tecrûbeyeke bi salan de ava bû û veguherî hêzeke biorganîze ya xwe dispêre hiyerarşî û îdarî. 
 
HSD’ê, avadaniya xwe bi pergaleke perwerdeyê ya xwedî disiplîn ava kiriye. Li bajarên rizgarkirî jî derfet da xelkê bajar ku ew xwe bi xwe birêve bibin û rê li ber alozî û binpêkirinan girt. 
 
Li gelek herêmên Sûriyeyê di navbera koman de şerê dabeşbûn û serweriyê tê jiyîn lê li herêmên di bin ewlehiya HSD’ê de hevsengiya ewlehî û demokrasiyê hatiye parastin. 
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bajar û meclisê herêmî, bi nûnertî, piranîparêz û mekanîzmaya venêrînê ya hesabê dide re veguherî pergaleke ku gel di rêveberiya wê de cih digire. Tevî zehmetiyên ewlehî û aboriyê jî, bi tecrûbeya xwe ya rêveberiyê re qadeke herî biîstîqrar a li Sûriyeyê afirand. 
 
Di demeke hêzên biyanî li Sûriyeyê ketine nava lêgerînên kontrolkirinê de HSD, derfeta avakirina modeleke rêveberiya herêmî pêşkeş dike. Bi pergala hatiya avakirin re feraseta ne ji jor ber bi jêr ve lê ji gel ber bi jor ve; ne ji navendan ber bi herêmê ve lê ji herêman ber bi navendê ve hate xurtkirin.
 
HSD ku Tirkiye her tim weke hedef nîşan dide, di serdema rejîma Esad de Rûsya pragmatîk nêz dibûyê û hewl da li dijî DYA’yê weke hêmayekê bazariyê bi kar bîne. DYA jî her çend di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya leşkerî dabe HSD’ê jî, her tim ji bo parastina wê ya ji gefên herêmî xwe paşve da. Lewma jî tevî ku HSD hêzeke girîng ê herêmê jî ye jî dikin hedefa Tirkiye, HTŞ û hwd. 
 
ROLA WÊ YA DI AVAKIRINÊ DE
 
HSD, her çend weke hêzeke leşkerî û artêşeke gel bi hev re tê de cih digirin hatibe bicihkirin jî, şêweyê wê yê rêxistiniyê yê îdeolojîk, di çarçoveya Sûriyeya westiyayî de projeyeke neteweyî ya divê jinûve bê pênasekirin e. HSD, bi hevsengiya di navbera berxwedan û avakirinê çêkirî re, modeleke ne li ser zemîna tirs û dabeşbûnê hatiye avakirin lê modeleke li ser edalet, curbicurî û hemwelatiya wekhev hatiye avakirin û dikare bibe kakila Sûriyeya nû pêşkeş dike. 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

12:59 Derheqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye