Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin

  • rojane
  • 13:52 22 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’ê Mijdarê di salvegera 3’yemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê li Kolnê meş û mitîngê bên li darxistin. Ji bo meş û mitîngê banga tevlibûnê hat kirin. 

 
Gelê Kurd û dostên wan li gelek deverên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên cur bi cur dimeşînin. Bi boneya 3’yemîn salvegera kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” ku di qada navneteweyî de tê domandin, dê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê mitîngeke mezin bê lidarxistin. 
 
Amadekariyên mitîngê li seranserî Ewropayê berdewam in. Yek ji cihên amadekariyên mitîngê lê didomin jî Swîsre ye. Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyeke hevpar bang li her kesî kirin ku beşdarî meş û mitînga li Kolnê bibin. 
 
HEMÛ AMADEKARIYÊN TEKNÎKÎ HATINE TEMAMKIRIN  
 
Daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauyê hate dayîn. Hevserokên CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr li vir axivîn û dan zanîn ku hemû amadekariyên teknîkî yên ji bo mitînga li Kolnê hatine temamkirin û diyar kirin ku kesên ku dixwazin werin Kolnê dikarin ji Navendên Civaka Kurd agahiyê bistînin.
 
Daxuyaniya hevpar a CDK-S û YJK-S’ê ji aliyê Dîlan Çetînkaya ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser kampanyaya navneteweyî ya di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi pêşengtiya gelê Kurd û dostên wan hatiye destpêkirin û ev yek hatin gotin: “Di şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me de roleke girîng lîst.Misyona serdema nû ya vê pêngavê dabînkirina ‘mafê hêviyê’ û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI BANGA ABDULLAH OCALAN HAT KIRIN  
 
Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Yek ji aktorên vê pêvajoyê bêguman gelê me yê li dîasporayê ye. Sekna birêxistinkirî ya gelê me yê li Ewropayê wê rê bide pêvajoyê. Pêvajo wê bi pêngavên yekalî nemeşe. Divê hemû beşên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê gelê Kurd û dostên wan destê Rêber Apo xurt bikin û vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
 
LI HEMBERÎ HEWLÊN ŞER AŞTÎ  
 
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku hemû kes beşdarî meş û mitînga li Kolnê bibe û wiha domiya: “Beşdarbûna gelê Kurd, dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya ji bo meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, gelekî girîng e. Em bi awayekî eşkere bang li gelê me yê ji 4 parçeyên Kurdistanê ên li Swîsreyê dijîn, jinan, ciwanan, baweriyên cuda, dostên me yên enternasyonalîst, femînîst û aktivîstên hawirdorê dikin. Werin em hemû bi hev re daxwaza azadiya RêberApo bikin.” 
 
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINAN E’  
 
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya piştî daxuyaniyê axivî û got: “Azadiya Rêber Apo di serî de azadiya me jinan e. Divê hemû gelê me yê ji 4 parçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê dijîn, dostên me û hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin beşdarî vê meş û mitîngê bibin. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li vê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku di nava vê demê de bi ruhê seferberiyê beşdarî xebatan bibin.”
 
‘WESAYÎT DÊ LI HER DERÊ BI RÊ KEVIN’   
 
Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr têkildarî amadekariyên teknîkî agahî da û got: “Ev du sal in em li bajarê Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo mitîngan li dar dixin. Her du mitîng jî gelekî bi heybet derbas bûn. Em di wê baweriyê de ne ku ev mîtîng jî wê bi heman rengî bê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku 8'ê Mijdarê ji 7 heta 70 salî beşdarî mitînga li Kolnê bibin. Qada Swîsreyê ji bo mitînga Kolnê seferber bûye. Gelê me wê bi wesayitên xwe tev li meşê bibe. Li her devera ku komeleyên me lê ne wê wesayit bi rê bikevin."  
 

Sernavên din

12:59 Derheqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye