COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Cezayê hefsê yê Akiş, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin û dê di 3’yê Kanûnê de ji nû ve were darizandin.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Akiş, bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" hat darizandin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dosyaya Akiş piştî ku ji aliyê Daîreya 2'yemîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmî ya Wanê ve hat betalkirin, dîsa ji bo Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Colemêrgê hat şandin. Herwiha di lêkolîna li ser dosyeya 11 siyasetmedarên ku bi Akiş re tên darizandin de biryara berdewamiya girtina Akiş hat dayîn û danişîna yekemîn dê di 3’yê Kanûnê de bê lidarxistin.
DADGEHÊ DAXWAZA TEMAMKIRINA KÊMASYIYAN KIR
Şandeya dadgehê ya ku li ser dosyayê lêkolîn kir, xwest ku kêmasiyên ku weke sedemên betalkirinê hatibûn nîşandan, bên temamkirin. Dadgehê destnîşan kir ku deşîfrasyon û wergera axaftinên bi zimanê Kurdî li gorî rêbazê nehatiye kirin. Di biryarê de, bi awayekî zelal û berfireh nehatiye nivîsandin ku kîjan çalakiyên bersûcan sûc in û di navbera bersûcan û rêxistinê de têkiliyeke organîk çêbûye an na de, biryar kêm hatiye dayîn. Herwiha di biryardayînê de bêyî ku îdianame û pêvekên wê bên xwendin û parastina bersûcan li gorî rêbazê bê girtin, mafê parastinê yê bersûcan hatiye sînordarkirin.
DENG JI BO PISPOR HATIN ŞANDIN
Biryara dadgehê wiha ye: “Hatiye tespîtkirin ku têkiliyên bersûcan bi rêya qeydên tespîtkirina ragihandinê hatine tespîtkirin. Hatiye fêhmkirin ku di hin qeydên tespîtkirina ragihandinê yên hatine lêkolînkirin de, zimanê axaftin û nameyan Kurdî ye. Ji bo wergera axaftinên ku di biryara betalkirinê de hatine destnîşankirin ji zimanê Kurdî bo Tirkî, biryar hatiye dayîn ku ji aliyê pispor ve bên analîzkirin û wergera wan bên kirin. Li ser esasê biryara betalkirinê, bi nivîsandina muzekkereyekê ji bo Miduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê re bê xwestin ku derbarê bûyerên ku di îdianame de hatine behskirin de, qeydên bûyeran û qeydên lêkolînkirin û tespîtkirina dîmenan ên derbarê çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê, veşartina cenaze û meşên ku hatiye gotin bersûc beşdarî wan bûne, li ser CD’yê bên tomarkirin û ji bo dadgeha me bên şandin.”
BIRYARA BERDEWAMIYA GIRTINA AKIŞ HAT DAYÎN
Di lêkolîna ku biryara berdewamkirina girtina Mehmet Siddik Akiş hat dayîn de, wiha hat gotin: “Li ber çavan girtina xisleta sûc, qeydên saziyên ewlehiyê yên derbarê sûcê îddîakirî de, hebûna delîlên ku gumaneke xurt a sûc bi delîlên şênber piştrast dikin, mîqdara cezayê ku di qanûnê de ji bo sûc hatiye pêşbînîkirin û dema ku bersûc di girtîgehê de derbas kiriye, hatiye fêmkirin ku şert û mercên hiqûqî yên ji bo berdewamkirina girtina bersûc di bûyera şênver de hene û tedbîra girtinê di cih de ye. Bi heman hincetan, hat fêmkirin ku pêkanîna kontrola edlî têrê nake. Ji ber vê yekê biryara berdewamiya girtina bersûcê girtî Mehmet Siddik Akiş hatiye dayîn.”
Danişîna yekemîn a doza ji nû ve darizandina Akiş û 11 siyasetmedaran dê di 3’yê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Colemêrgê bê lidarxistin.
MA / Adnan Bîlen
