ENQERE - Aktîvîst Laurie Debeni destnîşan kir ku piştî qanûna qedexekirina kurtajê, di maha çileya sala 2021'ê de li Polonyayê kete dewrê, bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan. Debeni da zanîn ku pergala desthilata zilam ji çareseriyê dûr e û ev peyam da jinên cîhanê: “Em ê cîhanê biguherînin. Em xurt tev li bibin, têkoşînê bidomînin.”
Têkoşîna jinan, wekî her dereke cîhanê, li Polonyayê jî li dijî serdestî û qanûnên zilaman dom dike. Jin li bajarê Polonyayê ku yek ji welatên herî zêde koçberî tê kirin e, li aliyekê ji bo penaberên terkî mirinê hatine kirin têdikoşin li aliyê din li dijî“Qanûna kurtajê” xwedî li jiyanên xwe derdikevin.
Aktîvîsta Polonyayî Laurie Debeni bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan a Navneteweyî der barê pirsgirêkên li welatê wê diqewimin û têkoşîna jinan, ji ajansa me re axivî.
QANÛNA KURTAJÊ
Debeni da zanîn ku pirsgirêka herî sereke ya Polonyayê kurtaj e û got: “Mixabin ev yek li gelek cihên cîhanê pirsgirêkek e, lê belê Polonya jî ji yek welatên herî zêde kurtajê asteng dike ye. Niha kurtaj hema bêje di asta qedexeyê de ye. Wek mînak; jineke ku ducanî be û rewşa wê baş nebe, bijîşk naxwazin kurtajê bidin kirin. Gelek jinên ducanî bûn û di vê rewşê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji ber qanûna kurtajê ya pergalê, gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Ji bo jineke rastî tecawizê hatiye kurtaj qanûnî ye lê belê hema bêje tacawiz, tu caran nayê qebûlkirin.”
TECAWIZ TÊ PAKKIRIN
Debeni anî ziman ku dema jineke rastî tecawizê hatiye serî li qereqolê da, terzê jiyana wê tê lêpirsînkirin, tê berovajîkirin û got: “Hemû pirsên nexweş ji jinê dipirsin û gumanan di serê jinê de didin avakirin. Dema ku doza we ya tecawizê hebe û hûn bixwazin biçin dadgehê, polîs ji lêpirsînên dişibin hev, lêpirsînekê din didin destpêkirin. Zexta polîsan ewqas zêde ye ku gelek jin naxwazin tecawizê bidin zanîn. Ji ber dizanin eşkerekirina tecawizê tu fêdeyekê nade, pirsgirêkên dijîn bi derûnnasan ve çareser dikin. Jineke rastî tecawizê hatiye neçar e ku wek qanûnî vê rewşê piştrast bike, nexwe kurtaj qedexe ye. Ji ber vê yekê ji bo jineke rastî tecawizê hatiye, ev rewş zehmettir e.”
DI QANÛNA KAR DE CIHÊKARÎ
Têkildarî pirsgirêkên jinan, Debeni bilêv kir ku jin ji ber heman karî, nikarin mûçeyeke wekhev bistînin. Li Polonyayê hiqûqa kar xerab nebe jî, hin xalên wê yên ku zehmetiyan derdixin hene û wiha axivî: “Mînak ji bo jinan gelek peymanên kar hene. Armanca vê yekê jinê bi cihekê re girêdan û wê bê liv û tevger hiştin e. Ji ber vê yekê jî, dema ku jin dixwaze mala xwe bar bike, bi talûkeya ku karê xwe winda bike re rû bi rû dimîne. Sedema vê yekê jî qaşo li Polonyayê têra xwe zarok nîn in û polîtîkayên dijî jinan hatine amadekirin in. Ji ber vê yekê jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber ku jin dema dixwazin bibin xwedî zarok an jî ducanî bin, ji ber qanûna kurtajê, rastî talûkeya mirinê tên.”
DI PARLAMENTOYÊ DE TEMSÎLIYETA JINAN
Debeni anî ziman ku li gel van hemû sepanan, jin di parlementoyê de xwedî temsîliyeteke têr nîn in û ev tişt gotin: “Polîtîkayên Polonyayê bêhtir polîtîkayên rastgir û muhafezekar in. Ev jî di tevahiya civakê de tê wateya zeyendîparêziyê. Pirsgirêkên me yên pir tevlihev hene. Ev pirsgirêk bandoreke mezin li ser jiyana jinan dikin. Sedema vê jî bi meşandina hiqûq û siyasetê ye.”
SEDÎ 70’YÊ CIVAKÊ
Debeni diyar kir ku ew di hilbijartinê de li bendê ne ku qanûna kurtajê, pirsgirêkên wan werin çareserkirin û ew ji bo vê yekê jî bi komên femînîst û komeleyan re tên cem hev û got: “Me gelek çalakiyên protestoyê li dar xistin û em ê li dar bixin. Em di mijara qanûna kurtajê de li bendê ne ku hin guherîn çêbibin. Niha li gorî anketan ji welatiyan sedî 75’ê wan, dixwazin ji bo ducanîyên heya 12 hefteyî jî kurtaj qanûnî be. Em ê heya nîvek an jî dawiya mijdarê bibînin bê ka ew ê çawa pirsgirêka kurtajê çareser bikin. Ev di Polonyayê de pirsgirêkeke mezin e. Pirsgirêka kurtajê bi berfirehî tê axaftin.”
DUCANÎBÛN TÊN QEYDKIRIN
Debeni bilêv kir ku li Polonyayê, ji ber çûn û dacanîbûn tên qeydkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema qeydkirina dûcanîbûnan, ji bo fêmkirina kurtajê ye. Mînak dema jinek ji ber avêt divê sedem û çawaniya wê ji bijîşk re vebêje. Jinek bi rehetî nikare derdê xwe bi bijîşkekê re vebêje. Ev yek ji bo jinan dibe sedema neçûna nexweşxaneyê. Êdî jin ji bijîşkan bawer nakin, naxwazin tehlîla xwînê bidin û ji muayeneyê ditirsin. Jinek ducanî ku bixwaze kurtajê bike, ji ber nekeve qeydan, naxwaze biçe bijîşk û serî alikariya hin jinên din dide. Ev yek derveyî qanûn e, lê belê wisa dikin. Kurtajên bi vî rengî dê çêbibin, ji ber tekane rê, alîkariya hev e. Nexwe jin bi tena serê xwe kurtaj bibe dê jiyana xwe ji dest bide. Sedan jin ji ber ku kurtaj nebûn di naxweşxaneyan de jiyana xwe ji dest dan. Di demekî kurt de jinek xwest kurtaj bibe lê belê şûna bijîşkên alîkariya wê kirine, lêpirsînê li wê dan destpêkirin. Bi kurtasî ev qanûna kurtajê an dibe sedema mirina jinan an jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristî.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Debeni diyar kir ku rayedar ji bo pirsgirêka heyî nabin bersiv û baweriya xwe bi siyasetmedaran naynin. Debeni anî ziman ku ew ê têkoşînê bidomînin û dê bêhtir alîkariya hev bikin.
JINÊN PENABER
Di berdewamiya axaftina xwe de Debeni bal kişand ser rewşa penaberên li sînor terkî mirinê hatine kirin û got: “Hin bûyerên ku polonyayî bi ser penaberên ûkraynayî bazirganiya mirovan dikin çêbûn. Bi piranî li ser jinên rûs û ûkraynî bazirganî hate kirin. Li ser sînora Polonya û Belarûsê bi piranî ji Efrîqa, Kurdistan û Efxanistanê li gelek welatên cuda penaber hene. Artêşa Polonyayê û dewriyeyên li ser sînor, berê penaberan tim didin ser sînorên Belarûsê û piraniya van paneberan jî jin û zarok in. Desthilat polîtîkayekî cudatir li ser penaberên ne ji Ûkraynayê ne, didin meşandin. Di mijara mafên jinan de Polonya welatekî baş nîn e. Dema mijar dibe penaberên jin, rewş xirabtir dibe. Ji bo ku piştgiriya jinan bikin gelek gelek saziyên sivîl bale dikêşin ser pirsgirêkan, çareseriyan pêşniyar dikin lê belê ev jî têr nake. Ji ber divê hiqûmet vê mijarê bigire dest û çareser bike.”
PIRSGIRÊK LI HER DEREKÊ WEK HEV IN
Debeni bi bîr xist ku li her dereke cîhanê, tirsa bi tena serê xwe derketina derve, tacîzkirinê derbasdar e û wiha pê de çû: “Em jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber vê yekê li her dereke cîhanê têkoşîna jinan berdewam dike. Jinên ji Romanyayê jî wekî jinên Polonyayê, pisgirêka kurtajê dijîn û ji ber vê yekê têkoşînek micid didin meşandin. Têkoşîna jinên li Îran, Kurdistan, Tirkiye û Xezayê hêj zehmettir e. A rastî li ser sînora Belarûsê jî heman rewş derbasdar e. Li wê derê jin ji hêla polîsan ve tên revandin, tên tecawizkirin û li ser wan bazirganî tê kirin. Pirsgirêka jinê li her derekê wekhev e û ji ber vê yekê divê em jin li her dereke cîhanê bihêz bin. Divê em zanibin bê ka em ê çawa alîkariyê ji hev bixwazin û ji hev re piştevaniyeke baş çawa bikin.”
‘EM BI HEV RE BIHÊZ BIMÎNIN’
Debeni di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku peyama wê ya ji bo jinên cîhanê “Bi hêz bimînin, têkoşînê bidomînin” e û ev tişt gotin: “Bi rastî jî ez pê bawer im ku em dikarin cîhanê biguherînin. Em hêza xwe kom bikin, ji ber em ê cîhanê biguherînin. Heya niha zilaman cîhanê bi rê ve birin û bi rastî jî gelek xirab bi rê ve birin. Em dizanin bê ka em çawa pirsgirêkên cîhanê çareser bikin. Ji ber wê em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Em jin, dema cuda cuda bin em ê perçe bin; lê belê em bi hev re bihêz in. Ez dixwazim bêjim hemû jinên cîhanê em bi hev re bin, em bihêz bimînin.”
MA / Stêrk Sutcu - Zemo Aggoz