Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin

  • jin
  • 09:02 8 Nîsan 2024
  • |
img

ENQERE - 60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di nameya ku ji Wezareta Dadê re şandin de wiha gotin: “Ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 37 meh in didome. Kampanyaya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de bûn. Girtiyan di 5’ê nîsanê de biryar girtin ku çalakiya xwe veguhêzin qonaxeke nû. Girtiyan biryar girt ku dadgehan boykot bikin û dernekevin hevdîtinê û bi telefonan re jî neaxivin. 
 
60 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê, hikumet û berpirsyarên dewletê re şandin. Di nameyê de hate xwestin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn. 
 
60 JINAN NAME ŞANDIN
 
Nameya ku 60 jinan şandiye wiha ye: “Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne. Berdewamkirina polîtîkayên îşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welate me ber bi kaosekê ve dibe. 
 
Heke em bînin bîra xwe; ji bo Ocalan ê pêşengê aştiyê, gelek rojnamevan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê axaftinên ku vê mîsyona wî teyît bikin kirine: 
 
 
Yek ji nivîskarên rojnameya Sabahê Emre Akgoz wiha gotibû; ‘PKK ne rêxistineke terorê ye. Mirov ji rêxistineke ku bi 100 kesan êrişî qereqola sînor kiriye, çekên giran bikaraniye, ji gel piştgiriyê digire û tevî 30 hezar mirinan hebûna xwe didomîne re bê rêxistina terorê tiştekî ku mirov ji behrê re bêje ‘gol’ e. Apo siyasetmedarekî ku weke neteweperwerekî kurd ji bo bigihe armanca xwe tundî bikaraniye ye.’
 
 
Civîna çapemeniyê ya Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di 6’ê çileya 2013’an de li dar xist: ‘Pêvajoya çareseriyê dê bidome.’ (Rojnameya Hurriyetê) 
 
Yalçin Akdogan: ‘Ez difikirim ku Ocalan pêvajoyê ji yên din rasttir dixwîne. Dibe ku derfetê televizyonê û temaşekirina bernameyên nîqaşê rol lîstibe. Li Sûriyeyê li gelek welatan di astên cuda de derbas bû. Ji ber ku bi dehan salan e di nava van karan de ye, nêrîneke wî ya cuda jî heye. Tecrubeya wî ya xwendina bûyeran heye. Eger hûn bala xwe bidinê, peyamên ku ew dide, hesasiyeteke ku ji peyamên kesên din zêdetir li ser pêşeroja pêvajoyê difikire nîşan dide.
 
Waliyê Şirnexê yê demê Hasan Îpek, got ku Recep Tayîp Erdogan û Abdullah Ocalan yek in û spasiyên xwe bi rêya çapemeniyê pêşkeş kirin. Di 15’ê sibata 2014’an de di pêşengtiya 127 rewşenbîran de li Stenbolê kampanyaya ‘Ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ji Ocalan re azadî’ ji raya giştî re hate ragihandin. 
 
Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn wiha gotibû; ‘Dema ku dozgerek derkeve dê hesab bipirse ku ‘hûn çima hewl didin aştiyê bînin Tirkiyeyê? Dê pirsa ‘Hûn çima ji bo rawestandina xwîn û rondikên çavan ên diherikin têdikoşin?’ Heke ev sûc be ez vî sûcî li vir dikim.’ 
 
Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay wiha gotibû: ‘Me esas dewlet û saziyên wê bi wê re hevrûkirin. Me bi paşerojê re tiştên di paşêrojê de kirine re hevrûkirin. Me xeletî, neheqî, zilm, qedexe, tirs, fikar, kiryarên nediyar, hemû neyînî careke din raxistin li ber çavan. Hemû pirsgirêkên mezin zor çareser dibin. Kêmasiya navbeynkarên navneteweyî jî bûye pirsgirêkeke girîng, lê belê em bi xwebaweriyeke mezin û bi wêrekiyeke mezin pêk tînin.’ 
Li dijî gefa DAIŞ’ê Turbeya Suleyman Şah bi operasyona hevpar a YPG’ê û artêşa tirk veguhestin qadeke ewletir. 
 
Di pêvajoya muzakereyan a 2013-2015’an de, di encama windakirina dengan a partiya desthilatê ya li dijî HDP’ê de, ku Ocalan destnîşan kir û berxwedana serketî ya kurdan a li dijî DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajo ji aliyê hikûmetê ve hat qedandin.
 
Ji 5’ê nîsana 2015’an heta 11’ê îlona 2016’an ji pêşengê aştiyê -ku hemû rayedarên hikumet û dewletê wî weke Rêberê Gelê Kurd dizanin- agahî nehate wergirtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (KBMMNY) di rapora xwe de tiştên qewimîn weke ‘wêneyê qiyametê’ bi nav dike.
 
DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN 
 
Çareseriya pirsgirêkên siyasî -weke ku di cîhanê de tê zanîn- wê bibe partiya bijarte û şandeyên (dewlet) ji aliyê wê ve li aliyekî maseyê hatine wezîfedarkirin. Aliyê dewletê yê pevçûn an jî şer, partiya desthilatdar a wê rojê ye. Muxatabên di vî alî de diyar in.
 
Ji ber ku pirsgirêka kurd (yanî pirsgirêka ferzkirin û redkirina tirkbûnê) rastiyek e ku ev 100 sal in -û Peymana Lozanê sed saliya xwe temam kiriye- ji aliyê çar dewletên netewe (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) red kirin, înkar kirin, zimanekî bi tenê gelê kurd ferz kirine û ew asîmîle kirine. Kurdan her tim li dijî vê serî hildane. Silêman Demîrel ji PKK’ê re got serhildana 29’emîn. 
 
Ji bo dawî li vî şer û şerê ku nêzî nîv sedsal e didome bê dayîn divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê rakirin û muzakere bên destpêkirin
 
RAPORÊN ‘FERMANA KUŞTINÊ’ YÊN ATK’Ê 
 
Îro 657 girtiyên nexweşên giran bi raporên ATK’ê an ku raporên ‘fermana kuştinê’ heta nefesa xwe ya dawî tên îşkencekirin û darve kirin. Piştî 30 salan jî girtî nayên berdan, niha 350 girtiyên nexweş bi awayekî keyfî nayên berdan. Ev yek cihê şermê ye ku asta sûcên li dijî mirovahiyê derbas kiriye, yanî pêkanîneke şermê ya li exlaqa hiqûqê ye. 
 
DAXWAZA ‘LEZGÎN’ 
 
Îro li sedan girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê ya demildest têdikoşin. Divê ev deng demildest were bihîstin. Weke encam bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”