Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’

  • jin
  • 22:25 1 Mijdar 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor li Îzmîrê li dijî 9’emîn Pakêta Darazê ku mafê wekheviya paşnavê jinan hedef digire daketin kolanan.
 
Endamên Piştevaniya Mor yên Îzmîrê li Îşkeleya Karşiyayakê hatin gel hev û 9’emîn Pakêta Darazê ku mafê wekheviya paşnavê jinan hedef digire protesto kirin. Jinan dovîzên ku dişibin qertên nasnameyê pakêta darazê protesto kirin û dirûşmeyên "em bêdeng namînin, serî natewînin", "dest nedin mafê wekheviya paşnav" berz kirin. Li ser navê jinan Denîz Ûslû daxuyanî xwend.
 
Ûslûyê bang li hemû jinan kir ku li dijî 9’emîn pakêta darazê dengê xwe bilind bikin û got: “Desthilatdariya ku pêşî li qetilkirina jinan nagire, tedbîran nagire, êrişî mafên jinan yên hatine bidestxistin dike. Em ji êrişên desthilatdariya mêr bêzar bûne.”