Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn

  • jin
  • 14:16 9 Çile 2025
  • |

DÊRSIM - Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. 

Ji 3 siyasetmedarên jin ên li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li navenda Dêrsimê hate bibîranîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên bajar û navçeyan û gelek kes tev li bûn. 
 
Jinên li pêşiya goristanê hatin gel hev, di dest de qurnefîl heta ser gora Sakîne Cansiz meşiyan. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Meryeme Tûra axivî û di şexsê Sakîne Cansiz de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Meryeme Tûra xwest ku tu jin neyên qetilkirin û wiha got: “Em naxwazin jin bên qetilkirin. Em naxwazin dayik bigirîn. Em aştî û azadiyê dixwazin.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz û çira vêxistin.