Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin

  • jin
  • 10:39 12 Çile 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan ên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Hat zanîn ku ji 3 şahidên nepen ên di dosyayê de îfadeyê yekî jê rojek berê hatiye girtin. 

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevşaredar û endamên meclisê bi îdiayên “Alîkariya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “fînansoriya rêxistinê” tên sûcdarkirin. 
 
ÇALAKIYÊN 10 SAL BERÊ
 
Di dosyayê de biryara nepeniyê heye û hat zanîn ku 3 şahidên nepen îfade dane. Ji şahidên nepen yekî jê îfadeya wî di 9’ê çileyê de anku rojek beriya binçavkirinê hatiye girtin. 
 
Hat zanîn ku şahidên nepen îdia kirine ku hevşaredar “kesên rêxistin dixwaze girtine kar.” Her wiha hat zanîn ku çalakî û xwepêşandanên Sariyildiz di dema zanîngehê de tev li bûye weke hinceta lêpirsînê hatine nîşandan. 
 
Di dosyayê de 4 giliyên cuda yên ji bo CÎMER’ê hatine kirin hene û di giliyekê de peyama bi boneya Cejna Qurbanê hatiye şandin weke “propagandaya rêxistinê” hatiye nîşandan.