Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir

  • jin
  • 16:57 12 Çile 2025
  • |
img

AMED - Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê civîna xwe ya ewil li dar xist û endamên desteya rêveber diyar kir. 

Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî em bajarê jinan ava dikin” 1’emîn Civîna Asayî li dar xist. Civîn, li Navenda Kongreyan a Çand Amedê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşardarên navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, saziyên jinan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û keyayên jin tev li bûn. 
 
Sekretera Giştî ya Konseya Bajar Selvî Tunç di civînê de derheqê xebatên Konseya Bajar de agahî da. Selvî Tunç, got ku Meclisa Jinan ne tenê parastina mafên jinan lê hewl dide hedefan jî pêk bîne. 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got ku civînên bi vî rengî kelecana wan zêde dike û da zanîn ku di serdema qeyûm de Konseya Bajar nekarîbû bicive. Serra Bucak, diyar kir ku ew soza Konseya Bajar a nexşerêya xwe diyarkirî didin. 
 
Ayla Akat Ata ku di Lijneya Dîwanê de cih digirt jî got ku berê her kesî li Amedê ye û divê xebatên xwe li gorî vê bikin. 
 
Piştî axaftinan, beşdar têkildarî pirsgirêkên bajar, bikaranîna tiryakê, îstîsmarkirina zarokan û fihûşê axivîn. Her wiha pêşniyara vekirina saziyên hatine girtin kirin. 
 
Civîn, bi hilbijartina Desteya Rêveber a Meclisa Jinan domiya. Kesên ji bo desteyê hatine hilbijartin ev in: “Ji Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek, ji Kovara Jineolojiyê Naşîde Buluttekîn, ji Kooperatîfa Jinan a Çandiniyê Belgîn Dîker, ji BAKAD'ê Hîvran Tîmûr, xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Rozerîn Cîhangîr, ji GOÇDER'ê Medya Alkan, ji Keyaya Taxa Mûradiyeyê Dîlek Demîr, ji Odeya Bijîşkan Rûken Turhan, ji DEKAHDER'ê Asli Pasînlî û ji Ekmek ve Gulê Songul Argunaga.”