Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 14:11 9 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Jina bi navê Semra M. ku li navçeya Peyasê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Semra M.’yê H.M. hate binçavkirin. 

Hat îdiakirin ku welatiya bi navê Semra M. a 35 salî ku li Taxa Peyasê ya navçeya Peyasê ya Amedê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. Li gorî îdiayê; Semra M. ku dayika du zarokan e, şevê din çûye serşokê û li wir întîhar kiriye. Li ser agahiya xizmên Semra M.’yê komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di mudaxileya ewil de hat tespîtkirin ku Semra M. jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hat zanîn ku Semra M. ducanî bû û pitikê wê 7 mehî bû.   
 
Hevjînê Semra M.’yê, H.M. jî hate binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên H.M. ên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê didomin. Semra M. û pitikê wê li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin.