Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e

  • jin
  • 09:07 11 Sibat 2025
  • |

WAN - Tîma Futbolê ya Jinan a Klûba Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi armanca şampiyoniyê xwe ji bo sezona nû amade dike. Antrenor Nêrgîz Acar û futbolvan Evîndar Tûran diyar kirin ku wan bi serketina xwe ya li qadê klîşeya "futbol karê mêran e" şikandine.

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi armanca şampiyoniyê amadekariya sezona nû dike û bi vê re bi armanca ku kîlşeya "furbol karê mêran e" bişikî tevdigere. Tîma Futbolê ya Jinan a ku sezona borî di Lîga 2'yemîn de, di tûta Play-înê de lîst, bi sezona 2025'an re dê di Lîga 3'yemîn a Jinan a TFF'yê de bitêkoşe. Di kadroya teknîkî ya tîma Koma 31'emîn de anrenor Nergîz Acar û Ramazan Demîrcî bi tecrûbeya xwe ya furbolê ya 10 salan cih digirin. 
 
Futbolîstên jin ên ku ev nêzî 3 meh in xwe ji bo maratona dijwar amade dikin, di nava amadekariyên dijwar de ne. Em bi lîstikvanê tîmê Evîndar Tûran a 18 salî û anrenor Nergîz Acar re li ser armancên sezona nû û têkoşîna wan a di futbolê de ku wekî "qada mêran" tê dîtin axivîn.
 
BÊYÎ HAYA MALBATÊ JÊ HEBE LÎST
 
Evîndar Tûran a ku 4 sal in di Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dilîze, bal kişand ser têkoşîna li hemberî feraseta civakê ya li dijî jinê û wiha pê de çû: "Şikandina ferasetê ne hêsan bû. Min di pola 5'emîn a dibistana seretayî de dest bi futbolê kir. Dema ku mamosteyê min ê perwerdehiya fizîkî biryardariya min dît, wî ez di klûbê de tomar kirim û min teşwîq kir ku ez futbolê bilîzim. Dema malbata min bihîst, îtîraz kir. Ji ber ku li dijî wê bûn ku jinek futbolê bilîze. Min li kuçeyê bi mêran re bi gogê lîst, dema ew didîtin îtîraz dikirin, lê min lîstika xwe domand. Ji ber berteka wan, paşê min bi dizî dest bi lîstikê kir. Di dema perwerdeyê de min klûbê nas kir û li vir dest bi lîstikê kir. Min dîsa ji malbata xwe veşart. Piştî serkeftinên li qadan, malbata min dest bi piştgiriya min kir. Bi her serketinê re me îspat kir ku jin jî dikarin futbolê bilîzin. Bi vî awayî me karîbû di nava civakê de wê nêrînê hinekî biguherîne. Malbata min niha ji bo temaşekirina her maçê tê. Ez çiqas bi ser bikevim, ew qas bextewar dibin. Niha li her bajarî herî kêm 5 tîmên jinan hene. Jin di futbolê de serkeftinê bi dest dixin. Ev çend sal in em diçin Play-Offan? Carinan em serketî ne û carinan em ji maça dawîn vedigerin. Par em çûn lîga 2'yemîn û ji maça dawîn vegeriyan. Niha her kes serkeftina me dibîne û piştgiriya me dike. Her kesi fûtbola jinan nas kir." 
 
‘EM Ê ÎSAL BI SER BIKEVIN'
 
Evîndar Tûranê diyar kir ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di serkeftina wan de roleke mezin lîstine û got: “Rêveberiya me ya nû rasterast li min xwedî derkeve. Karkirina rêveberiyek ku qîmetê dide jinan, me motîve dike û dihêle ku em bi ser bikevin. Ev rewş me geleki kêfxweş dike."
 
Evîndar Tûranê got: "Ger jin bixwazin dikarin her tiştî bikin." 
 
ARMANCA LÎGA DUYEMÎN E
 
Nêrgiz Acar a ku di sala ewil a antrenoriyê de ye diyar kir ku di sala xwe ya ewil de kêfxweş e ku bi pergala hevserokatiyê re dixebite. Nêrgiz Acarê anî ziman ku armanca wan ew e ku derbasî Lîga 2'yemîn bibin û wiha got: “Ji bo vê me gelek ked û têkoşîn da. Em amade ne û li benda maçan in. Em du kes perwerdekar in, ez hem dilîzim hem jî perwerdekariyê dikim. Ji ber ku armanca me ya bingehîn di avakirina Tîma A'yê de şampiyonî ye, em jinan li gorî jêhatîbûnê tevlî kar dikin."
 
Nêrgiz Acarê diyar kir ku dema dest bi lîstika futbolê kiriye rastî gelek zehmetiyan hatiye lê ji bo bi ser bikeve têkoşiyaye û wiha dewam kir: "Digotin 'Fûtbol lîstika mêran e, jin nikarin bilîzin'. Me ev feraset bi serkeftinê şikand. Wekî jin em dikarin her tiştî bi dest bixin. Di heyama qeyûm de tu tişt nehat kirin. Di her warî de rewşên neyînî hebûn. Lê rêveberî û hevserokên me yên nû li ser soza xwe man û piştgirî dan jinan."
 
 MA / Ozlem Yacan