Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin

  • jin
  • 13:10 20 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gef li nûçegihana NûJINHA’yê ya Helebê Şexaf El Omer û çavkaniyên nûçeyan ên jin tên xwarin. 

Gef li nûçegihana NûJINHA’yê Şexaf El Omer a li Helebê dixebite û jinên ku xwestine dengê xwe li hember bindestiyê bilind bikin, hatin xwarin. Şexsên ku peyamên bênav û li ser medyaya dijîtal dinivîsin, gefên xwe didomînin. Di peyaman de gefên weke “Heke dîmen neyên rakirin, em ê li we gilî bikin û mala we xirab bikin.” tên xwarin. 
 
Şexaf El Omer, diyar kir ku nivîsandin weke sûc tê hesibandin û gefên li ser parastvanên mafên jinan didomin. Şexaf El Omer, wiha got: “Lê ev rewş dê nekare nivîsandina me asteng bike. Ez qet li wê bendê nebûm ku pênûsa min dê rojekê veguhere çekekê û gefê li jiyana min bixwe û ji be parastina mafên jinan hedev bêm girtin. Ev demekî dirêj e li herêmên şer binpêkirinên li dijî jinan derdixîm holê. Ev gef tenê bi peyaman bisînor nînin. Dibe ku hin kes vê mereq bikin; tevî van xetereyan jî tu çima didomînî? Ji ber ku bêdeng bûn vebijêrkek nîne û pêdiviya jinên ditirsin bi dengên wan diparêzin heye. Ev ne tenê hewldanên bêzarkirina jinên rojnamegerên jin û aktîvîstan e, parçeyeke pergaleke hewl dide hemû dengên daxwaza guherînê dikin, bifetisîne ye.”