NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji 2 xwişkên li Urmiyeyê ji hêla rejîma îranê ve hatin binçavkirin ev 3 roj in tu agahî nayên girtin.
Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 19’ê Adarê de du jinên ciwan ên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatin birin. Hat diyarkirin ku her du jinên hatîn binçavkirin bi navê Evîn Ehmedî û Sarya Ehmedî xwişkên hev in û ji gundê Carçil yê ser bi bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ne.
Rêxistinê destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê bêyî fermana dadwer bi ser mala her du xwişkan de girtine û bibikaranîna tundiyê her du xwişk binçavkirine.