Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê

  • jin
  • 10:52 24 Adar 2025
  • |
img

WAN - Qeyûmê Wanê projeya “Pirtûkxaneya Jinan” betal kir û keştî dîsa veguherand keştiya protokolê. 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ku di 15’ê Sibatê de hatibû tayînkirin, yek bi yek hemû projeyên têkildarî jinan û xizmetên civakî betal dike. Qeyûm, weke karê ewil JINKART, Karta Piştevaniya Civakî û projeya çêkirina du tesîsên ji bo jinan betal kir. Qeyûmê ku bi vê bisînor nema, gelek xebatên têkildarî rê, av, kanalîzasyon, avahîsazî, jin, ciwan û çandê de jî da sekinandin.  
Qeyûmê Wanê, herî dawî jî “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” betal kir. 
 
Di 27’ê Çileyê di çarçoveya xebatên şaredarvaniya jinê de keştiyek weke “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” hatibû vekirin. Keştiya behsa xeberê di demên berê de ji hêla rêveberiya qeyûm ve weke keştiya prokolê hatibû bikaranîn. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyî ev keştî veguherandibû pirtûkxaneyê û rastî eleqeyeke mezin hatibû. Lê belê rêveberiya qeyûm ev proje betal kir û keştî dîsa veguherand keştiya protokolê. 
 
Li hêla din, nivîsa “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” ya li ser keştiyê jî hate jêbirin.