'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’

  • jin
  • 09:23 11 Îlon 2025
  • |

ŞIRNEX - Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li Şirnexê li Bestayê nobet girtin, gotin: “Darên me her tiştekî me ne. Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?” 

 
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî talankirina xwezayê ku bi sala ye li Şirnexê tê domandin, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, li dijî talankirina xwezayê dimeşin” meşek li dar xist. Piştre jî li devera Girhincê rojekê nobet girtin. Nobet duh bi dawî bû û gelek kesên ji Amed, Sêrt, Mêrdîn û Êlihê hatin jî tev li nobetê bûn. 
 
Emîne Polat ku zirardayina xwezayê weke zilm pênase kir û ji Sêrtê tev li çalakiyê bû, anî ziman ku parastina xwezayê berpirsyartiya herkesekî ye. Emîne Polatê, encamên zirardayina xwezayê bi xwe re tîne vegot û wiha pê de çû: “Bi birîna darên me neheqiyê li me dikin. Êdî xelk nikare sewalvaniyê bike. Ne darên berûyê hiştin ne jî gîha. Ev, talan e. Heke xweza were tunekirin dê dinya bisoje. Ev tişta li me tê kirin heqaret e, zilm e. Heke xweza nebe em nikarin baş bin, heke xweza nebe em nikarin bijîn, heke xweza nebe em nikarin sewalvaniyê bikin. Banga min ji bo Kurdan e; bibin yek, darên xwe biparêzin. Em vê qebûl nakin. Heke xweza nebe jiyan jî nabe. Bibin yek û xweza û darên xwe biparêzin.” 
 
JI HESENDÎNÊ BER BI NOBETA BESTAYÊ VE
 
Azîze Alan ku di çalakiyên li dijî madenê yên li navçeya Licê ya Amedê tê naskirin jî tev li nobeta li Bestayê bû. Azîze Alanê li dijî talankirina xwezayê ya li Kurdistanê banga berxwedanê kir û got: “Em bi van daran re ji dayik bûn, em bi wan re dijîn. Wekî me ya wan jî can e. Daristanên li vê derê bi destê cerdevanan tên tunekirin. Xwestin li gundê me jî xebatên madenê bidin destpêkirin lê me li ber xwe da û ew paşve şandin. Dîsa hatine lê em ê rê nedin wan. Xaka Kurdistanê yek e, li ku derê qirkirina xwezayê hebe em ê li wir li ber xwe bidin. Em bi rêya piştevaniyê pêşiya vê talanê bigirin.” 
 
Nafya Demîr ku ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku birîna daran li pêşiya aştiyê astengî ye. Nafya Demîrê got: “Dar, her tiştekî me ne. Em di bin siya wan de rûdinin û bi wan re dijîn. Ez, birîna daran şermezar dikim. Heta ev talankirina xwezayê neyê sekinandin aştî nabe. Heke darên me bibirin wê demê dê aştî çawa were? Ez li dijî vê talankirina xwezayê li vir im.” 
 
'EV TEXRÎBAT DÊ MAYINDE BE’
 
Sabahat Irmak a ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatiye Bestayê jî got ku tevî nexweş e jî tev li nobetê bûye û got: “Hewceye her kes li dijî talankirina xwezayê ya li Kurdistanê dengê xwe bike. Ez nexweşa şekirê me lê dîsa jî hatim vê derê û li dijî talanê disekinim. Ev der welatê me ye, xaka me ye. Li şûna ku dewlet li dijî vê talanê bisekine, piştgiriyê dide. Heke dar nebin dê hişkesalî çêbibe, dê kanî hişk bibin. Ev xweza ji bo me tevan heye. Ev dar îro tên birîn lê dê texrîbat mayinde be. Belkî nekare heta 10 salên din xwe komî ser hev bike. Banga min ji bo jinan ew e ku xwedî li xwezaya xwe derkevin.” 
 
'XWEDÎ LI DAR Û XAKA XWE DERKEVE’
 
Încîfe Îşlek ku ji navenda Şirnexê tev li çalakiyê bûye jî bi lêv kir ku çavkaniyên wan ên debarê hatine tunekirin û wiha domand: “Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin lê êdî ew jî tune ye. Mal û milkê me talan kirin. Ji bo pereyan darên me tune kirin, avên me ziwa kirin, bax û baxçeyên me hişk kirin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talanê tev li nobetê bûm. Divê kesek li dijî vê talanê bêdeng nemîne û dengê xwe derxînin. Bila her kes xwedî li dar û xaka xwe derkeve.” 
 
Îbrahîm Tong ku ji navçeya Qilebanê tev li çalakiyê bûye jî wiha got: “Darên berûyê hene. Zirardayina daristanan guneh e. Ji vir heta Iraqê dest bi birîna daran kirine û dar nehiştin. Ma ne guneh e, ma heyf nîne? Ji bo pênc qirûşên pereyan 400 malan dişewitînin, ma ev ne guneh e? Dibêjin bi hinceta ewlehiyê daran dibirin lê derewan dikin.” 
 
MA / Zeynep Durgut