Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin

  • rojane
  • 10:42 31 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Emîne Şenyaşar a ji ber daxuyaniyê xwe bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, derket pêşberî dadger. 
 
Emîn Şenyaşar a ku hevjînê wê û du lawên wê di êrişa endamên AKP’ê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin, bi salan ji bo edaletê nobet girtin û daxwaza edaletê kir. Ji ber axaftina Şenyaşar a roja 579’emîn a Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê doz lê hatibû vekirin. Emîne Şenyaşar bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin. Danişîna doza “heqaretê” li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Rihayê hat lidarxistin. Emîne Şenyaşar, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û parêzerên malbatê beşdarî danişînê bûn. 
 
Emîne Şenyaşar di danişînê de axivî û tawanbariya li ser xwe red kir û bi bîr xist ku zarokên wê hatine qetilkirin. 
 
Parêzer Alî Arslan jî parastina miwekîla xwe Şenyaşar kir û komkujiya li ser malbatê pêk hatiye bi bîr xist. Parêzer têkoşîna edaletê ya malbatê bi bîr xist û xwest miwekîla wî Emîne Şenyaşar were beraetkirin. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku xisûsên kêm ên dosyeyê bên temamkirin û danişînek din taloqî 19’ê adara 2025’an kir.