Gel li Qada Esenyurtê kom dibe

  • rojane
  • 15:00 31 Cotmeh 2024
  • |
img
STENOL - Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê û girtina Şaredar Ahmet Ozer, gel li Qada Esenyurtê kom dibe. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Ahmet Ozer weke namzetê Lihevkirina Bajar bûbû Şaredarê Esenyurt a Stenbolê. Ozer, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Girtina Ozer û tayînkirina qeyûm dê li Qada Esenyurtê bê protestokirin. DEM Partî û CHP’ê ji bo protestoyê bang kirin û li ser vê bangawaziyê gel hêdî hêdî li qadê kom dibe. 
 
Dê mitîng li pêşiya Şaredariya Esenyurtê bihata lidarxisti lê ji ber ku hatiye dorpêçkirin, mitîng veguhestin qadê. 
 
Di saetên destpêkê de destûr nehate dayin ku otobûsa dê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî li ser biaxiviya. Piştî bertekên welatiyan rageşî derket û  piştre destûr hate dayin. 
 
HEQ, HIQÛQ, EDALET
 
Parlamenterên CHP’ê li qadê ne û welatî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” diherikin qadê.