Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan

  • rojane
  • 12:31 1 Mijdar 2024
  • |
WAN - Keça Abdûrrahman Gemîcîoglû, Elîf Gemîcîoglû ku têkildarî rewşa bavê xwe axivî, bal kişand ser nexweşiyên bavê xwe û da zanîn ku bavê wê di 23 rojan de 26 caran rakirine nexweşxaneyê û wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku bila qanûnan bi cih bînin.”
 
Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî di 3’ê cotmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û dû re jî hat girtin. Gemîcîoglûyê ku cezayê wî 8 sal û 9 meh ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin. Gemîcîoglû gelek nexweşiyên weke penceşêra rûviya stûr, nexweşiya dil, prostat, şekir, tansiyon, anksiyete û gelek nexweşiyên din hene. Gemîcîoglû hema bibêje her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin û herî dawî jî rewşa Gemîcîoglû di şeva 25’ê cotmehê de xerab bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tedawiya Gemîcîoglû ya li beşa lênêrîna awarte ev 7 roj in didome.
 
 NEXWEŞIYÊN GEMÎCÎOGLÛ
 
Keça Gemîcîoglû Elîf Gemîcîoglû, da zanîn ku bavê wê di sala 2012’an de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” de hatiye girtin û sal û nîvan di girtîgehê de maye. Gemîcîoglû, anî ziman ku nexweşiya bavê wê ya prostatê dema hatiye girtin derketiye holê û wiha got: “Dema ji girtîgehê derketî demeke dirêj tedawî dît, lê nexweşiya wî her ku diçû zêdetir bû. Salek beriya niha jî penceşêra rûviya stûr lê derket û dest bi tedawiya wî hat kirin. Emeliyat bû û nêzî 4-5 mehan rûviyên wî ji der ve bûn. Di heman demê de emeliyata prostatê jî bû. Du emeliyat bi hev re û tedawiya kemoterapiyê li ser bavê min bandoreke mezin kir û bandor li derûniya wî jî kir. Ji ber nexweşiya prostatê xortûm lê girêdan û piştî demekê vê yekê bandor li ser gurcîskên wî kirin. Niha pûçbûna gurcîskan li bavê min derketiye. Qasî du meh beriya niha ku rûviyên wî yên ji derve dîsa bixin hundir, emeliyat kirin û xwînê avêt kezeba bavê min. Du rojan entube kirin û hema bibêje ji mirinê filitî. Piştî vê yekê niha jî kezeba wî rihet naxebite û avê kom dike. Rojek beriya ku bê binçavkirin krîza dil derbas kir, me bir nexweşxaneyê û bijîşkan got ‘dilê wî ji sedî 20 dixebite’. Çend roj piştî hatiye girtin dîsa aciz bû û rakirin nexweşxaneyê û bijîşk ji me re got ‘êdî dilê wî di navbera 10-15’an de dixebite’. Ji xwe nexweşiyên wî yên weke tansiyon, şeker hwd. jî hene.”
 
DERÛNIYA WÎ JÎ XERAB BÛYE
 
Gemîcîoglû ya ku nexweşiyên bavê xwe vegot, anî ziman ku ji ber van nexweşiyan bedena mirovekî êdî nikare xwe li ser pêyan bigire. Gemîcîoglû, destnîşan kir ku ew hefteya borî çûne serdana bavê xwe û da zanîn ku destê wî ewqas dilerizî ku nekarî avê vexwe. Gemîcîoglû, bal kişand ser bandora nexweşiyên bavê wê ya li ser derûniya wî û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Êdî gelek tiştan ji bîr dike. Gava nû ji girtîgehê anîn nexweşxaneyê ji bîr kiribû ku hatiye girtin. Di hevdîtina hefteya çûyî de hat bîrê ku hatiye girtin, lê vê carê jî nedizanî ji bo çi hatiye girtin. Rewşa wî roj bi roj girantir dibe û di navbera 23 rojan de 26 caran anîne nexweşxaneyê. Herî dawî di 25’ê cotmehê de ji bo kolonoskopiyê anîn nexweşxaneyê û ji wê rojê ve di lênihêrîna awarte de razayî ye.”
 
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE YÊN BINGEHÎN PÊK BÎNE’
 
Gemîcîoglû, da zanîn ku dema bavê wê hatiye girtin rewşa wî gelekî nebaş bû û destnîşan kir ku 10 saetan di ambûlansê de maye. Gemîcîoglû, bi lêv kir ku ji ber rewşa bavê wê gelek nebaş bû girtîgehê qebûl nekiriye û bi domdarî ev tişt got: “Ji ber vê yekê  bavê min şevekê di nexweşxaneyê de raza. Dû re gotin ‘em ê bibin revîra girtîgehê’, lê ne revîr bû qawîşa C4 bû. Niha bavê min bi ciwanekî re li girtîgeha ewlehiya bilind di qawîşê de dimîne. Nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn ên rojane jî pêk bîne û ji bo hevalê ku pê re dimîne jî eziyeteke mezin e.”
 
‘EM LI BENDA RAPORA ATK’Ê NE’
 
Gemîcîoglû, bi lêv kir ku heta niha wê bavê xwe tenê carekê ji dûr ve dîtiye û hêzên ewlehiyê nahêlin ew weke malbat di nava nexweşxaneyê de jî bisekinin. Gemîcîoglû, wiha berdewam kir: “Nexweşxaneyê daxwaz kir ku ji malbatê kesek refaqatiya bavê min bike. Li ser vê yekê em çûn ba dozger û destûr hat dayîn ku birayê min biçe li ba wî bimîne. Tevî destûra dozger jî rojê tenê 5 deqîqeyan dikare li cem bavê min bimîne. Carekê jî destûr dabûn dayika min ku biçe bibîne û hew. Rewşa bavê min her tim girantir dibe û bijîşk dibêje ku nexweşiya wî ya penceşêrê her ku diçe xerabtir dibe. Niha li bendê ne ku rapora ATK’ê derbikeve. Kesekî weke bavê min divê ne li bendê be ku dora wî bê da kirariyên wî bên kirin. Ji ber ku hem rewşa wî gelek xerab e, hem jî girtî ye. Gelek caran bavê min gazinan dike û dibêje ‘çima hûn nayên li min nanêrin’. Em jî niha li benda rapora ATK’ê ne.”
 
JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ BANG
 
Gemîcîoglû, banga berdana bavê xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê rayedar û berpirsiyar erka xwe bi cih bînin, destên xwe sivik bikin û bi wijdanî nêzik bibin. Weke bavê min bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de dimînin. Divê demildest ji bo wan tiştek bê kirin ku di qanûnan de jî hene. Divê qanûn bên pratîzekirin û girtiyên nexweş bên berdan. Kesên xwedî wijdan divê li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin. Em bang li rayedaran dikin ku bila qanûnan bi cih bînin.”
 
MA / Bazîd Evren