Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn

  • rojane
  • 11:30 2 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Xebatkarê Şaredariya Esenyûrtê Alî Gokmen ê piştî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê îstîfa kir, wiha got: “Bi qeyûm re muzakere nabe, têkoşîn dibe.”

Ahmet Ozer ê bi lihevhatina bajêr di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de weke Şaredarê Esenyûrtê hate hilbijartin, hate girtin û Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wî kir. Bertekên li dijî vê yekê didomin. Alî Gokmen ê di şaredariyê de di Xizmetên Peywîrê yên Cemawerî û Taybet de dixebitî, îstîfa kir. 
 
‘BI QEYÛM RE TÊKOŞÎN DIBE’ 
 
Gokmen di daxwaznameya xwe ya îstîfayê de wiha got: “Ez ji 24’ê gulana 2024’an ve di şîrketa we de di Xizmetên Peywîrê yên Cemawerî û Taybet de dixebitim. Ez hemû mafên xwe yên qanûnî yên di dema xebatên de derketine holê red dikim û tu daxwazên min nînin. Ji ber di 30’ê cotmeha 2024’an de bi operasyonekê bi awayekî neheq îradeya gelê Esenyûrtê hate desteserkirin ez ji peywîra xwe ya li şaredariyê îstîfa dikim. Di vê mijarê de daxwaz dikim ku karûbarên pêwîst bên kirin. Bi qeyûm re muzakere nabe, têkoşîn dibe!”