Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî

  • rojane
  • 13:07 2 Mijdar 2024
  • |
img
 
ŞIRNEX - Platforma Şaxan a KESK’ê û Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê bi beşdariya perwerdekar Handan Coşkûn atolyeya zayendî ya civakî pêk anîn.
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Şirnexê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê li avahiya KESK'ê ya Şirnexê atolyeya wekheviya zayendî ya civakî li dar xist. Di komxebata ku endamên KESK û ÎHD'ê jî tevlîbûn de, perwerdekar Handan Coşkûn mijara wekheviya zayenda civakî nirxand. 
 
Bi mînakên ku ji aliyê beşdaran ve hatin dayîn, rola jin û mêr a di civakê de hat nîqaşkirin. Di perwerdeyê de îstîsmara zayendî, rola ku ji aliyê pergala serdest a mêr ve ji jinan re tê dayîn û rêbazên têkoşîna ji bo wekheviya zayendî hatin nîqaşkirin. Perwerdekar Coşkûn bi mînakan rola jinan a ji aliyê mêr ve hatiye dayîn û hişmendiya zilamtiyê vegot.