Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive

  • rojane
  • 13:56 3 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDK’ê Tuncer Bakirhan bal kişand ser girîngiya têkoşîna HDK’ê û got: “Ji bo em nekevin nava rageşiya Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka kurd were çareserkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive.” 

13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam e. Hevserokê Giştî yê Partya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di lijneyê de axivî. Bakirhan, ji ewil têkoşîn û potansiyela rêxistinbûnê ya HDK’ê vegot. Bakirhan, wiha got: “Nizanim ka li cîhanê avadaniyeke din a mîna HDK’ê heye yan na lê pir girîng dibînim. Yên îro herî zêde li ber xwe didin, ew kes in ên ji ava HDK’ê vexwarin.”
 
Bakirhan, da zanîn ku HDK derdorên cuda yên civakê ku tune tên hesibandin birêxistin dike lewma girîng e û wiha pê de çû: “Di wê baweriyê de me ku heke HDK xwe baş birêxistin bike, dê ji bo welatekî demokratîk û têkoşîna neteweyî gelek sûdewer be. Heke HDK xwe baş birêxistin bike dikare rê li ber talana ekolojîk, krîza aborî û komkujiyên jinan bigire. Lewma divê em bêhtir xwe birêxistin bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.” 
 
'PÊVAJO DI NAVBERA ALIYAN DE DIBE’
 
Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn krîzeke emperyalîst heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal, ji bo xwe li ser pêyan bigire, şeran derdixîne. Em dikarin nîqaş bikin bê ka ev dê çiqas bandorê li Tirkiyeyê bike. Rewşa heyî biqasî firsendan dibe ku bi xwe re krîzan jî bîne. Ji bo em nekevin nava rageşiya li Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka kurd were çareserkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re hevdîtinê bike. Xuyaye ku serdest jî vê li gorî xwe dinirxînin. Em ê bibînin bê ka nîqaşên demên dawî dê sûdewer bin an dê bi xwe re pêvajoya tesfiyeyê bînin. Weke kul pêvajoyeke nû dest pê kiribe nîşan didin lê pêvajo di navbera aliyan de çêdibe. Divê haya gelan jê hebe bê ka aliyê din ê pêvajoyê çi difikire. Lê ji ber ku her tişt rêbaza tirkan e, ev jî wisa ye. Li gorî xwe hinek tiştan dibêjin. Lewma ev nîqaş ne pêvajoyeke lê em dixwazin veguherin pêvajoyê. Em dixwazin meseleya herî girîng, meseleya kurd çareser bibe. Em û HDK ji bo vê hene. Nizanim dê veguhere pêvajoyeke wisa yan na lê îktîdar tu caran bi aliyên ji bo vê xweha xwe dirijînin re nakevin nava nîqaşê. Ez careke din dibêjim, divê fikrên birêz Ocalan bigihijin gel. Em dibêjin hewceye vî zimanê heyî biterikînin.” 
 
Bakirhan, bal kişand ser nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û zextên heyî. Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Hûn qala pêvajoyekê dikin lê li milê din zextê li aliyê din dikin. Bi tayînkirina qeyûm a li Esenyurtê re me ev yek dît. Heke nîqaş bi vî awayî bên kirin, dê encamek jê çênebe. Ez bang li îktîdara ku van nîqaşan dimeşîne dikim; hûn nikarin bi tayînkirina qeyûm a li îradeya gel re van nîqaşan veguherînin tiştekî. Em ne ew kesin ku ji van polîtîkayên xapînok bawer bikin. Ji ber vê jî dixwazim îktîdar hişyar bikim. We ev nîqaş çima dan destpêkirin, hûn çima van polîtîkayên zilmê dimeşînin?”