Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye

  • rojane
  • 11:58 5 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Li Xelfetiyê berxwedan li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome. 

Li navçeya Xelfetiya Rihayê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûmê ser şaredariyê di roja duyemîn de didome. Welatî di saetên serê sibehê de li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Uçar, Ayten Kordu, Ferit Şenyaşar, Mithat Sancar û Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî hatin ber avahiya şaredariyê. Girse bênavber dirûşma “Bijî berxwedana Xelfetî” berz dike. 
 
Berxwedana gel a li ber avahiya şaredariyê ku hatiye dorpêçkirin didome.