Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin

  • rojane
  • 21:24 8 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin, bi çekan gef li rojnamevanan xwarin û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Piştî nerazîbûna gel kesên xwe wekî polîsan dan naskirin reviyan. 

 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA), Jinnews û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê yên ku çalakiya xespkirina vînê ya li Êlihê dişopandin, ji aliyê kesên xwe weke polîs dan nasîn gef li wan hat xwarin. Kesên ku pêşiya rojnamevanên ji nûçeyê vedigeriyan girtin, xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Van kesan nasnameyên rojnamevanan xwestin, bêyî ku nasnameya xwe nîşan bidin hewl dan Akoren binçav bikin.
 
Gel û rojnamevanan bertek nîşanî wan dan. Di encama mudaxeleya rojnamevanan û gel de gefa, “Em ê we jî bigirin” xwarin û çekên xwe nîşan dan. Piştî berxwedana gel û rojnamevanan ew kes li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan.
 
Gel û rojnamevanan piştî hewldana revandinê dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.