'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'

  • rojane
  • 10:08 9 Mijdar 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Endama ÇHD'ê Parêzer Gul Kireçkaya biryara "binpêkirina mafê hêviyê" ya ku DMME'yê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dabû bi bîr xist û destnîşan kir ku eger ev biryar neyê pêkanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê (KE) bê derxistin.

Di 18'ê Adara 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara cezayê muebeda giran ê derfetê berdana bi şertî ji holê radike yê liRêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn, li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hesiband. DMME'yê her çendî biryar da ku cezayê ku li Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî mafê hêviyê ye û divê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin jî, 10 sal in ji bo vê tu gav nehatine avêtin. Her wiha DMME'yê piştre ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryareke bi heman rengî da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarên binpêkirinê yên di civînên xwe yên Îlona 2024'an de dîsa xist rojeva xwe, xwest biryara pêwîst bêyî bi derengî bê xistin bê bicihanîn. Komîteyê her wiha ragihand ku ger gavên pêwîst neyên avêtin dê di civîna xwe ya Îlona 2025’an de biryara navberê bide.
 
Mijara ku bi salan e di rojeva parêzerên Abdullah Ocalan, gelê kurd, siyasetmedarên kurd û dostên kurdan de ye, piştî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ew anî rojevê, ket rojeva rojeva civak û siyaseta Tirkiyeyê.
 
BIRYARÊN VÎNTER Û HUTCHÎNSON
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Gul Kîreçkaya mafê hêviyê yê ku ketiye rojeva civak û siyasetê nirxand û diyar kir ku ev maf piştî sala 1975'an li cîhanê dest pê kiriye û biryarên Vinter û Hutchinson ên têkildarî vê mijarê bi bîr xistin. Kîreçkayayê anî ziman ku biryara Vînter û Hutchînson mafê hêviyê bi wateyeke berfireh şîrove dike û got: "Biryara Vînterê, dike ku mafê hêviyê yê li cîhanê bi awayekî berfireh bê gengeşekirin. Ev biryar ji bo mehkûmekî ku der barê wî de biryara berdana bi şertî hat binpêkirin, hat dayîn."
 
 
Kîreçkaya destnîşan kir ku paşguhkirina mafê hêviyê tê wateya înfazkirina ceza ya heta mirinê ku bêyî îmkana serbestberdanê hebe û got: "Li gorî xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan, cezayê heta mirinê wekî binpêkirinê tê dîtin. Em jî wisa dibînin û dibêjin ku divê hêviya derketinê hebe. Mafê hêviyê, bi biryara der barê Abdullah Ocalan de hat gengeşekirin."
 
'JI BO MAFÊ HÊVIYÊ PÎVANÊN ŞÊNBER DIVÊ'
 
Kîreçkaya anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên mirovan nayên bicihanîn û got ku guhertinên di qanûnê de têrê nake ku di van şert û mercan de mafê hêviyê bide girtiyan. Kîreçkaya wiha domand: "Divê ên qanûnan pêk tînin xwedî pîvanên şênber û objektîf bin. Ger ev pîvan neyên danîn, li gorî geşedanên siyasî dibe ku ev maf cuda bê bikaranîn. Bi taybetî jî dibe ku neyînî bê bikaranîn. Niha di qanûna înfazê de gelek maf hene. Lê ji ber ku nayên bicihanîn bêwate ne. Ger hûn pîvanên wekî 'Çû cem îmam?' Quran xwend? Xwest ku qenala kabeyê temaşe bike?' deynin, wê ev pîvan neyên bikaranîn."
 
Kîreçkaya bibîr xist ku serlêdanên ji bo mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatine kirin. Kîreçkaya bilêv kir ku heya salên 2000'î jî dengê li girtîgehan hatiye tepisandin û got ku mafê hêvoyê yê ji bo Abdullah Ocalan dihat zanîn, lê bi geşedanên dawî re li rojavayê Tirkiyeyê hatiye gengeşekirin. 
 
Kîreçkaya got ku eger ev biryar neyê pêkanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin.