AMED - Rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê banga berdana rojnamevan Mizgîn Sonuk ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye kirin û xwestin dawî li tundiya li ser rojnamevanan bê anîn.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, di çalakiyên protestokirinê de heta niha ji sedî zêdetir kes hatine binçavkirin. Welatî bi piranî bi lêdanê û tundiyê tên binçavkirin. Yek ji kesên bi tundiyê û bi kaşkirina erdê re hat binçavkirin û girtin jî xebatkara berê ya Rojnameya Xwebûnê Mizgîn Sonuk e. Mizgîn Sonuk tevî ku tedawiya penceşêrê dibîne jî hat girtin. Rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê nerazîbûn nîşanî girtina Mizgîn Sonuk dan.
‘WÊ TÊKOŞÎNA ÇAPEMENIYA AZADI BIDOME’
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna destnîşan kir ku Çapemeniya Azad xwedî wê berpirsiyariyê ku neçare agahiyan bigihîne gel û dema rojnamevan dema li ser wezîfeya xwe ne hedef tên girtin. Metîna anî ziman ku rojnamevanên li pey rastiyan in bi êrişên sîsteatîk ve tên astengkirin û got: “Di nava mehek dawî de hem li Amedê û hem jî li Êlihê hevalên me rojnamevan bi zext û êrişan re rû bi rû man. Herî dawî di protestoya dijî qeyûmê Êlihê de nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya bi lêdanê û bi kaşkirina erdê re hat binçavkirin. Herî dawî jî hevala me ya rojnamevan Mizgîn Sonuk li Êlihê hat girtin. Lê ev zext nikarin me bêzar bikin û kedkarên çapemeniya azad tevî hemû zextan jî wê rastiyan ji gel re ragihînin. Ji bo Mizgîn Sonuk were berdan em hemû rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê vedixwînin piştevaniyê.”
‘ROJNAMEVANAN DIKIN HEDEF’
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek diyar kir ku tundiya li rojnamevan Mizgîn Sonuk hat kirin ew qebûl nakin û wiha got: “Mizgîn hem tedawiya penceşêrê dibîne û hem jî hat girtin. Li dijî rojnamevanan bi awayek taybet zext hatine zêdekirin. Rojnamevanên kurd bi awayek sîstematîk dibin hedef. Mizgîn Sonuk ku mafên xwe yên destûra bingehîn bikar anî divê demildest bê berdan.”
Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Turgut Dedeoglû jî da zanîn ku li Tirkiyeyê rojnamevan her roj dema ku wezîfeya xwe bicih pêk tînin bi zextan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Mizgînê di pêvajoyek ku tedawiya penceşêrê dibîne, girtina wê dê tenduristiya wê bixe talûkeyê. Rojnamevan dixwazin rastiyê ragihînin lê desthilatdarî dengêr astiyê asteng dike, zextan li rojnamevanan dike. Ev yek sûcek destûra bingehîn e.”