AMED - Danişîna doza têkildarî qetilkirina Narîn Guran hatiye vekirin di roja sêyemîn de berdewam dike.
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran, di roja sêyemîn de didome. Doz li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Der barê bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi sûcdariya “Bi awayekî komî zarokek biqesdî qetil kirine” cezayê muebeda girankirî ku ji wan re tê xwestin, tên darizandin.
Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî danişînê dişopînin.
Di danişînê de wê li dîmenên kameraya Qereqola Darayê ku gundê Çûliyê jê ve tê xuyakirin bê temaşekirin. Temaşekirina dîmenan parêzerên bersûcan daxwaz kiribûn.
Di danişînê de li şahidên bûyerê tê guhdarîkirin. Danişîn bi îfadeyên şahidan berdewam dike.