Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan

  • rojane
  • 20:09 9 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Li Êlihê di nava 5 rojan de 56 jê zarok 173 kes hatin binçavkirin û 3 jê zarok 18 kes hatin girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne.
 
Çalakiyên protestoyî yên ji 4’ê Mijdarê ve li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Êlihê hatin destpêkirin, didomin.
 
Di navbera 4-8’ê Mijdarê de di çalakiyên protestoyî û serdegirtinên malan de 57 jê zarok 173 kes hatin binçavkirin. 67 kes piştî îfadeyên xwe hatin berdan. 60 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
3 jê zarok 18 kes hatin girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne.