Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket

  • rojane
  • 13:52 10 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Şandeya ji Hevserokên Giştî yên DBP’ê û hevşaredarên Amedê pêk dihat ji bo tevlibûna meşa li Êlihê ji Amedê bi rê ket û di ketina Êlihê de hate astengkirin. Piştî çalakiya rûniştinê, dorpêç hate rakirin û şande derbasî Êlihê bû.  

Şandeya ku ji Amedê bi mebesta tevlibûna meşa li Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm dihat lidarxistin bi rê ketibû, beriya ku bigihije bajar ji hêla leşkeran ve hate astengkirin. Şandeya ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevşaredarên bajarê mezin û navçeyên Amedê jî di nav de, li Qereola Sînan a di ketina bajarê Êlihê de hate sekinandin. 
 
Leşkeran ji bo vê astengkirinê tu hincet nîşan nedan û nahêlin hilbijartî derbasî bajar bibin. Li ser vê yekê şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi destpêkirina çalakiyê re leşker neçar man ku rêyê vekin. Piştî vekirina rêyê,  şande ber bi Êlihê ve bi rê ket. 
 
Tê payîn ku piştî şande gihişt navendê dê meş were lidarxistin.