Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin

  • rojane
  • 15:06 10 Mijdar 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Polîsên dewleta tirk li Cizîrê hewl dan ciwanên ji bo dawetê şel û şepik li xwe kirin binçav bikin. Piştî bertekan, polîsan gule berdan hewayî û ji cihê bûyerê reviyan. 

Polîsên dewleta tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê hewl dan ciwanên ji bo dawetê şel û şepik li xwe kirin binçav bikin. Bûyer, li Girê Seyîrê yê li ser Rêya Hawirdorê qewimî. Piştî ciwanan û xwediyên dawetê bertek nîşan dan, polîsan bi çekan gef xwarin. Tevî vê jî gel berteka xwe domand û polîsan li hewayî gule reşandin. 
 
Welatiyên derdorê ketin navberê û polîs ji cihê çûn.