ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin

  • rojane
  • 16:07 13 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - ÎHD’ê diyar kir ku piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne û di vê çarçoveyê de kampanyaya şandina pereyan a ji Hatîce Onaran re da destpêkirin. ÎHD’î dê her mehê ji Onaran re pereyan bişînin. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo Endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Hatîce Onaran ku ji ber pere ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê re şandibû hate girtin, li avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zexta darazê ya li ser parastvanên mafên mirovan bi dawî bikin! Hatîce Onaran ne bi tenê ye” hilgirtin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî. 
 
Yolerî, da zanîn ku Onaran ev 34 roj in bi awayekî neheq û derhiqûqî di girtîgehê de ye û got: “Sedema wê jî ew e ku ji xizmên xwe re û çendek girtiyên ji bo alîkariyê serî li ÎHD’ê dan pereyeke hindik şandiye.” Yolerî, bi bîr xist ku bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna têkildarî pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê” 4 sal û 2 meh cezayê hefsê li Onaran hatiye birîn û diyar kir ku ev ceza derhiqûqî, deraqilî û derwijdanî ye. Yolerî, anî ziman ku armanca ji cezayê hatiye dayin ew e ku girtiyan ji mafên aborî û civakî bêpar bihêlin. 
 
‘DÊ HER MEHÊ JI ONARAN RE PEREYAN BIŞÎNIN’
 
Yolerî, destnîşan kir ku bi heman îdiaya li jor, derheqê gelek endamên malbatên girtiyan, vasi, parêzer, xizm û parastvanên mafên mirovan de lêpirsîn hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Şandina pereyan û piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne. Ji bo em nîşan bidin bikin sûc nîne, dê endamên me her mehê ji Onaran re pereyan bişînin.” 
 
Yolerî, herî dawî bang li saziyên navneteweyî yên van sepanan paşguh dikin û Wezareta Dadê kir. Yolerî, got ku dê piştevaniya xwe ya bi girtiyan re bidomînin. Yolerî da zanîn ku Onaran yek ji girtiyên nexweş e, rapora wê ya astengdariyê ya ji sedî 79 heye, xetere li ser jiyana wê heye, nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî û bang li saziyên peywendîdar kir ku vê derhiqûqtiyê tavilê bi dawî bikin.