Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne

  • rojane
  • 12:33 14 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk li Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Tu bingeheke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman û rewatiyeke wê nîne. Tavilê dev ji vê sepana derhiqûqî berdin.” 

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê didomin. Serokên baroyên Mûş, Riha, Amed, Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Agirî, Semsûr û Bedlîsê û endamên lijneyên rêveberiyê, li pêşiya Edliyeya Êlihê bertek nîşanî qeyûman dan. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter jî tev li daxuyaniyê bû. 
 
ÇAKAN: ÎRADEYA GEL HATIYE ÎPOTEKKIRIN 
 
Serokê Baroya Êlihê Hamît Çakan bi bîr xist ku cara sêyemîn e qeyûm tên tayînkirin û wiha got: “Li dijî hevşaredarên heman partiyê tên kirin. Îradeya gel hatiye îpotekkirin. Di protestoyên li dijî qeyûman de gelek kes rastî tundiya polîsan hatin.” 
 
KARAÇELÎK: DEV JI TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BERDIN
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk ku berdevkiya demê ya baroyên herêmê dike jî ev tişt anî ziman: “Xelkê bajar di 31’ê Adarê de helwesta xwe ya demokratîk nîşan da û hevşaredarên xwe hilbijart. Di sala 2016’an de sererastkirineke qanûnî kirin û qeyûm xistin meriyetê. Êdî ev sepan veguheriye rejîmekê. Dibe ku sepana qeyûm qanûnî be lê hiqûqî û rewa nîne. Weke saziyên mafên mirovan diparêzin em bang dikin ku vê sepana ku mafê bijartin û hilbijartinê binpê dike û hiqûqê serûbin dike tavilê ji holê rakin. Dev ji vê sepana nehiqûqî berdin.” 
 
BANG LI DARAZÊ KIR 
 
Karaçelîk, bang li darazê jî kir û wiha pê de çû: “Divê meqamên darazî li gorî hiqûqê teserrûfan bikin. Divê dev ji helwestên xwe yên qarîneya bêgunehiyê binpê dikin berdin. Em li dijî wê ne ku darazê weke amûrekê bi kar tînin.”
 
Karaçelîk, bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûman de da û wiha bi dawî kir: “Tu tiştek bi qasî wê rewa nîne ku welatiyên me azadiya xweîfadekirinê bi kar bînin û protestoyên aştiyane li dar bixin. Em binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê qebûl nakin. Ev yek zemîna qedexe, îşkence û muameleya xerab amade dike. Texrîbata hiqûqî ya rejîma qeyûman ava kiriye her kes pê dizane. Divê rêz ji îradeya gelê Êlihê re were girtin û tavilê dev ji vê sepanê berdin.” 
 
Hiqûqnas piştre jî çûn serdana Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik.