DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin

  • rojane
  • 12:49 14 Mijdar 2024
  • |
img
DÊRSIM - DAD’ê di salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de daxuyanî da û xwest cihên gorên wan bên eşkerekirin û bi komkujiyê re hevrûbûnek çêbibe. 
 
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) bi boneya 87’emîn salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî da. DAD’ê, Seyîd Riza, kurê wî Reşik Uşen û rêhevalên wan bi rêzdarî bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di Qirkirina Dêrsimê de gazên jehrî hatin bikaranîn û bombebaran hatine kirin û qirkirineke mezin hatiye kirin. 
 
Bi domdarî DAD’ê got ku di encama qirkirinê de bi dehhezaran Dêrsimî hatine qetilkirin, bi sedan gund hatine şewitandin û rûxandin, bi hezaran hatine sirgunkirin, zarokên keç ên Dêrsimî hatine revandin û rê li ber travmayeke civakî mezin hatiye vekirin. 
 
Di berdewamê de êrişên ekolojîk, çandî û zimanî yên di roja me de li dijî tên kirin hatin bibîrxistin. Daxuyanî wiha domiya: “Zimanê kîn û nefretê yê li dijî Dêrsimê di roja me de jî didome. Demekî nêz berê Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Musavat Dervîşoglû li ser Seyîd Riza û Şêx Seîd gef li gelê kurd û yên bindest xwar. Devlet Bahçelî jî di heman çarçoveyê de daxuyanî da. Divê bê zanîn ku neviyên Seyîd Riza jî dê mîna wî li ber gef, hewldan û polîtîkayên pişaftinê serî netewînin. Seyîd Riza digot; ‘Li eniya me tu piniyên reş nînin, serê xwe bilind bigire kezeba min. Bila Meydana Bugdayê ji me re bibe Kerbela.’ Belê rast e li ser eniya me piniyeke reş tune ye û serê me bilind e. Her der ji me re bibe Kerbela jî em ê dev ji armanc û nasnameya xwe bernedin. Di vê çarçoveyê de em Pîr Seyîd Riza, kurê wî û rêhevalên wî yên di 15’ê mijdara 1937’an de hatin qetilkirin û bi dehhezaran Dêrsimiyên hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Me mirovên xwe yên bêkefen radizên ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin.” 
 
DAXWAZ 
 
Di daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Bila cihê gorên Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî bên eşkerekirin û astengiyên li pêşiya veguhestina wan a li Dêrsimê bên rakirin. 
 
* Divê dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û navê Dêrsimê lê vegerîne. 
 
* Divê lîsteya tam a kesên di dema komkujiyê de hatine sirgunkirin û zarokên ji malbatên wan hatine qutkirin bên derxistin û aqûbeta wan bi raya giştî re bê parvekirin. 
 
* Hewceye arşîv bên vekirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin. 
 
* Divê tavilê dawî li polîtîkaya zext, înkar û pişaftinê ya li ser ziman, çand û baweriya Dêrsimê bînin.”