Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin

  • rojane
  • 13:46 14 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Piştî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Enqere û Stenbolê, niha jî bi hinceta “konserê” derheqê Şaredariya Beykozê ya CHP’î de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Bi hinceta lêçûnên konseran, derheqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêkolîn û lêpirsîn hatibûn destpêkirin. Bi heman hincetê îcar jî derheqê Şaredariya Beykozê ya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ve hatiye destpêkirin û lêçûnên 3 konseran weke hincet hatine nîşandan.
 
Dozgeriyê xwest ku Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê mifetîşan peywirdar bike.