Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin

  • rojane
  • 15:07 14 Mijdar 2024
  • |
img

QERS -  Bi hinceta ku beşdarî “Meşa Azadiyê ya Mezin” bûne derheqê 29 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hate lidarxistin û danişîn hate taloqkirin. 

Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl, di navbera 1-15’ê sibatê de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Azadiyê ya Mezin” hatibû lidarxistin.  Derheqê 29 kesên di baskê meşê yê Qersê de cih girtin doz hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” îdianame amade kir. Danişîna ewil a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Qersê hat lidarxistin. 
 
Ji 29 kesên doz lê hatine vekirin Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Seyffettîn Gonel, xebatkara Navenda Giştî ya DBP’ê Şûkriye Ercan, Cengîz Anli, Fatma Anli, Abdulkadîr Dag, Abdulmecît Aydin, Îskender Erkmen, Kaya Nakî, Mahmût Nadîrogûllari, Mehmet Yurullî û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. 
 
‘SEKNA MIN A LI DIJÎ TECRÎDÊ JI BAWERIYA MIN E’ 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, parastin dest pê kirin. Ercan, di parastina xwe de got ku tevî biryara “qedexeyê” jî tev li çalakiyê bûye û wiha got: “Cihê xemgîniyê ye ku em ji ber meşeke bi daxwaza azadî û aştiyê tên darizandin. Li gorî baweriya elewiyan, parastina aştî û azadiyê pîroz e. Dijderketina min a li hemberî tecrîdê pêdiviyeke baweriya min e. Lewma her gava ez diavêjim têkoşîneke birûmet e. Dixwazim hûn bizanin ku dê ji vir û şûnde jî li dijî tecrîdê aştî û azadiyê biparêzim. Em qala birêz Ocalan dikin ku îro tecrîdkirî ye. Min li dijî vê mafê xwe yê makezagonî bi kar anî. Her wiha di dema meşê de bi emniyetê re muzakere hate kirin û rêgeha wê hate diyarkirin. Tevî biryara qedexeyê jî tu hişyarî û mudaxileyên hêzên ewlekariyê çênebû.” 
 
DADGER JI SIYASETMEDAR RE GOT: SIYASETÊ NEKE 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Seyfettîn Gonel jî got ku ew siyasetmedar e û erka xwe pêk aniye. Gonel, wiha domand: “Dema mijar dibe DEM Partî û kurd, her cureyên sepanên dij-demokratîk tên kirin. Heke ez di nava MHP’ê de bûma dê ev nehatine kirin.” Dadger kete navberê û got; “Em siyasetê neaxivin.” Gonel jî wiha bersiv da: “Heke ez nekarim siyasetê bikim wê demê ez çima li vir im?” Gonel, wiha pê de çû: “Haya min hem ji meşê hem jî biryara qedexeyê ya walîtiyê hebû. Ji bo her daxuyaniyê walîtî biryara qedexeyê dide. Polîs beriya me hatin cihê daxuyaniyê. Gotin; ‘hewa sar e, tavilê meşê bidin destpêkirin.’ Me jî li ser rêgeha hatiye nîşandan meşa xwe kir. Meş, mafekî makezagonî ye û min jî mafê xwe bi kar anî.” 
 
Kesên din jî di parastinên xwe de gotin ku mafê xwe yê demokratîk bi kar anîne. 
 
Piştre jî parêzvanan parastin kirin û daxwaza beraetê kirin. 
 
BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ
 
Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran biryar da. Dadgehê xwest ku ji destpêka meşê heta dawiyê tevahiya qeydên kamerayan bên lêkolînkirin û ji bo vê jî xwest ji Midûriyeta Emniyetê ya Qersê re muzekere were nivîsandin. Dadgehê ji bo 18 kesên din ên tev li danişînê nebûn jî biryara anîna bidarêzorê da. 
 
Danişîna dozê taloqî 20’ê çileya 2025’an kir.