Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'

  • rojane
  • 09:00 15 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Rojnameger Ragîp Dûran anî ziman ku divê di çareseriya pirsgirêka kurd de alî di nava şert û mercên wekhev de bin û got: "Tirkiye di warê muzakere û bazariyê de ne xwedî ezmûn e. Tenê ezmûnek wê heye; dibêje 'Ya teslîm bibin an em ê bişewitînin û hilweşînin.'"

Gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de ne. Piştî ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Meclisê bi destê parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) girt, gengeşeyên "pêvajoya nû" bûn rojev. Piştî vê yekê di 4’ê Mijdarê de ji bo 3 şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de careke din qeyûm hatin tayînkirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan jî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Zimanê ku desthilat û hevkarê wê ava kirine "bawerî"yê nadin der, ligel vê DEM Partî jî di bin 4 sernavan de metna bangeke girîng weşand. Di metnê de ev bang hat kirin: “Demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin." Her wiha bang li hemû beşên civakê hat kirin û wiha hat gotin: “Werin em bi hev re aştiyê ava bikin ku ev nirxeke gerdûnî ye û ji nakokiyên stewr wêdetir e."
 
Rojnameger Ragîp Dûran tpirsên Ajansa Mezopotamya (MA) yên der barê geşedanên heyî û çareseriya pirsgirêka kurd de bersivandin.
 
REWŞA LI ROJHILATA NAVÎNÊ
 
Dûran anî ziman ku êrişên Îsraîlê piraniya daneyên li Rojhilata Navînê guherandine û got: "Ev yek bû sedem ku fikar bi dewletên ereb ên herêmê û dewletên din ên faris û tirk re çêbibin. PIştî êrişên Îsraîlê yên li ser Xeze û Libnanê, bi ser ketina rastgirê tundrew û nijadperest Trump, kir ku ev dane ji bo welatên herêmê bibin sedema fikaran. Bi rastî hevsengiyên li Rojhilata Navînê her roj heta radeyekê diguherin. Gotineke navdar heye; 'Eger hûn ji bo civîneke li Rojhilata Navînê nehatibin vexwendin, bizanibin ku hûn di menuyê de ne.' Yanî dê we bixwin."
 
Dûran bilêv kir ku gotina duyem jî ew e ku qiral, beg, emîr û şêxên li Rojhilata Navînê gava sibehê şiyar dibin pêşî ji şêwirmendên xwe dipirsin "îro dostên min kî ne, dijminên min kî ne" û wiha pê de çû: "Yanî herêmeke ew qas dînamîk, guherbar û bêîstiqrar e. Geşedanên têkildarî meseleya kurd jî bêguman bandor li guherînên bilez kir û dike." 
 
Dûran têkildarî êrişên Îsraîlê yên li herêmê û îhtimala wan a sîrayetî Tirkiyeyê jî wiha got: "Li gor Erdogan îhtimal heye. Lê wekî gelek nêrînên Erdogan, ev nêrîna wî jî nerast e. Gava mirov di çarçoveya Tirkiyeyê de lê mêze bike; Tirkiye welatekî NATO'yê ye. Ne pêkan e ku Îsraîl heya Tirkiyeyê were. Lewma îhtimaleke wiha rast nabînim. Ji bo li welat atmosfera şer çêbike, yanî dijminekî nû biafirîne û bi vê dijminatiyê tevlîheviyên notralîze bike, bi kar tîne."
 
Dûran ji bo rewşa Bahçelî ku li Meclisê bi destê DEM Partiyiyan girt bilêv kir ku gava mirov li nasnameya Bahçelî û pozîsyona wî mêze dike, pir zehmet e ku mirov bibêje Bahçelî bi aqilê xwe ev yek kiriye. Dûran got: "Ne pêkan e ku Bahçelî yê ku lirîkê desthilatê ye, bêyî Erdogan û teşwîqkirina wî tiştekî wiha bike. Jixwe Erdogan demekê bêdeng ma. Lê piştî demekê bi awayekî neyekser piştgirî da wî. Her wiha ne destê Bahçelî, em dikarin bêjin destê dewletê." 
 
'NE JIDIL E'
 
Dûran di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku lê di demeke nêz de hat dîtin ku ya hatiye kirin ne jidil bûye û wiha pê de çû: "Piştî ku we destê xwe dirêj kr û we Ocalan dawetî Meclisê kir, we qeyûm tayin kir. Ev nabe pêvajoya aştiyê. Helbet ji ber ku ev yek ji aliyê fîgurekî wekî Bahçelî ve hat kirin, qîmeta wê ya nûçeyê heye. Lê ger pêvajoyeke aştiyê ya cidî bê destpêkirin, ev bi destdirêjkirina kesên wiha û bi daxuyaniyên wiha şexsî nabin. Ev, avaniyeke sazûmanî ye. Di sazûmaniyê de alî hene. Şerta ewil divê bi sazûmaniyî be. Divê şandeyeke siyasî, yanî divê bi şandeyeke siyasî ya kurdan re bê cem hev û li dor maseyê rûnê. Sazî rûdinên. Em vê ji pratîkên din ên pevçûn-çareseriyê dizanin; teqez divê çavekî serbixwe yê sêyemîn hebe."
 
Dûran destnîşan kir ku Tirkiye hema bêje ji sala 1925'an ve wekî pirsgirêka asayîş û ewlehiyê li meseleya kurd mêze dike û got: "Meseleya kurd, di esasê xwe de ne meseleyeke ewlehiyê ye. Meseleya kurd, meseleyeke siyasî ye. Lewma divê ji aliyê siyasiyan ve li ser vê sekinandin û çareserkirin. CHP'î bixwe jî dibêjin. Di vî karî de aktorê sereke, ji bo wan, yanî ji bo tirakn, divê li parlamentoyê çêbibe. Qet nebe parlamento hatiye hilbijartin û rewabûneke wê heye." 
 
'DIVÊ HER DU ALÎ WEKHEV BIN'
 
Dûran wiha domand: "Bi dîtina min pêwîst e her du alî jî xal bi xal daxwazên xwe û tiştên ku dixwazin bi zelalî rave bikin. Aliyê kurd heta niha ev mijar zelaltir û vekirîtir aniye ziman. Dibêje, 'Em di warê destûra bingehîn de dixwazin bên naskirin' 'Ger em daxwaza Komara Tirkiyeyê bipirsin?; Bahçelî got, 'Çekê deyne, bidin xuyakirin ku we PKK'ê tasfiye kiriye.' Hevdîtineke wiha nabe. 
 
Daxwaza tiştekî wiha bêwate ye. Ger hûn bixwazin hevdîtinê bikin, bi şert nabe. Ji bo ku muzakere bi tendirustî bimeşe divê alî wekhev bin. Te li aliyekî devê mêrik girtiye, dest û pêyên wî kelepçekirî ne. Li aliyê din hemû dewlet di destê wê de ye, hemû propaganda û derfet di destê wê de ye."
 
Dûran destnîşan kir ku di warê muzakere û bazariyê de Komara Tirkiyeyê û Împaratoriya Osmanî ne xwedî ezmûn e. Tenê ezmûnek wê heye. Dema ku Osmanî dixwazin qesrekê an bajarekî dorpêç bikin û dagir bikin, balyozan dişînin. Dibêjin, 'di nava sê rojan de teslîm bibin yan na em ê bişewitînin.' Tişta ku em ji kevneşopiya Osmanî û tirkan dizanin ev e. Dewleta tirk ji sala 1923’yan û vir ve bi tu kesî re danûstandin nekiriye. Ji ber vê yekê tiştekî wisa tune. Bi hevrikekî xwe re dijberiyekî wê tune ye. Ew şer dike. Dîploma wê û wezareta wê ya karên derve niha bi piranî hatiye tasfiyekirin. Destûr nayê dayîn endamên Wezareta Karên Derve bikevin hevdîtinên Serokkomar. Ji ber ku baweriya wî bi kesî nayê."
 
Dûran bilêv kir ku ji bo hevdîtin çêbibin divê ewilî dest ji gotinên wekî "dabeşker" û "terorîst" ên ji bo aktorekî ku tê xwestin hevdîtin pê re bê kirin bên berdan û got ku yan na bi vî awayî muzakere nabe. 
 
Dûran ji bo gotinên Bahçelî ku gotibû bila Abdullah Ocalan were meclisê jî got: "A rast min xwe ji van gotinan dûr xist. Ji lew re hem qeyûm hatin tayinkirin hem jî piştî wê 3 meha cezayê hevdîtinê li Abdullah Ocalan hat birîn. Bazariyeke wiha nabe." 
 
Dûran di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku meseleya kurd êdî ne meseleyeke herêmî ye, bûye meseleyeke global û got ku ger meseleya kurd a li Tirkiyeyê bê çareserkirin, wê ev ji bo meseleya kurd a li welatên din jî atmosfereke erênî biafirîne; li lew re îro ro wesfa herî girîng û wehîm a vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê ye. 
 
MA / Mehmet Aslan