Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin

  • rojane
  • 11:26 19 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Danişîna doza 20 rojnamegeran li Amedê hate lidarxistin. Biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran nehate betalkirin. 

Danişîna doza rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin û piştî girtîmayîna salekê hatibûn berdan, hat lidarxistin. Di dosyayê de 15 rojnameger 13 mehan girtî mabûn û bi giştî 20 rojnameger tên darizandin. 
 
Her 20 rojnameger jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û negirtî tên darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Rojameger Omer Çelîk, Mehmet Şahîn, Elîf Zîlan Ungur tev li bûn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, endamên Weqfa Clooney a Zanîngeha Amsterdamê û rojnamegeran jî doz şopandin. Di heman demê de parêzerên rojnamegeran Resûl Tamur, Serdar Çelebî û Bahat Oktay jî amade bûn. 
 
Rojnamegerên tev li danişînê bûn anîn ziman ku tiştekî li îfadeyên xwe yên berê zêde bikin tune ye. 
 
DAXWAZA MATERYALÊN DIJÎTAL HATE KIRIN 
 
Parêzer Resûl Tamur xwest ku ji bo materyalên dijîtal ku di rûniştina berê de biryara îadekirinê hatibû dayin, ji memûriyeta emanetan û şaxa TEM’ê re muzekere were nivîsandin. Tamur, xwest ku tevahiya girtekên encamê yên têkildarî 9 biryarên lêgerîna edlî li dosyayê bên zêdcekirin û tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat jî were rakirin. 
 
Parêzerên din jî xwestin ku biryara qedexeya derketina derveyî welat were rakirin. Dozger jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê, biryara xwe da. Dadgehê xwest ku ji bo îadekirina materyalên dijîtal muzekere were nivîsandin. Daxwaza ji bo rakirina qedexeya derketina derveyî welat jî red kir. Danişîna dozê taloqî 15’ê gulana 2025’an hate kirin.