Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê

  • rojane
  • 13:42 19 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Wêne û dîmenên muhîmata di gova malbata Narîn Guranê de hatibûn dîtin derketin holê. 

 
Têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ku 21’ê Tebaxê li navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê 8’ê Îlonê hate dîtin, têkîliyên malbata Guran a bi dewletê re hatibû nîqaşkirin. Dihat gotin ku têkîliya malbata Guran a bi dewleta veşartî re, heye. Hatibû îdîakirin ku ji mala malbata Guran a li gundê Çulî, çek û cebilxane derketiye.
 
LÊPIRSÎNA TÊKILDARÎ MUHÎMATAN 
 
Doza têkildarî qetilkirina Narîn didome. Wêneyên çekên navborî derketin holê. Li gorî nûçeya Sozcuyê, hat ragihandin ku di lêgerînên ji bo dîtina Narîn li derdora malê û govê hatine kirin de gelek çek hatin dîtin. Di gova malê de 400 çekên AK-47 keleşnîkof hatin dîtin. Li gorî nûçeya Sozcu, hat diyarkirin ku ji bo gule pas negirin û oksît nebin bi paçekî hatine pêçan, piştre ji bo cebilxaneya taybetmendiya xwe winda neke di nava qutiyên kremaya fistikê, beşek jî di nava qutiya salçeyê ya plastîk û beşek din jî di nava torbeyên arê spî de hatine veşartin.