Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn

  • rojane
  • 13:17 20 Mijdar 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, 9 sal cezayê hefsê hate birîn. 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 3’yê hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir. Bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”  doz li Akiş hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Akiş, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Akiş û xizmên wî di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger, di mutalaaya xwe de îdia kir ku Akiş li ser banga rêxistinê tev li meşê bûye. Her wiha dozger îdia kir ku tevlibûna “Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî sûc e. Dozger, xwest ceza li Akiş were birîn. 
 
‘TEKANE SEDEMA LÊPIRSÎNÊ JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM BÛ’ 
 
Akiş, di danişînê de wiha got: “Meşa behsa xeberê, organîzasyoneke di çarçoveya xebatên partiyê de bû. Ev, dozeke siyasî ye. Doza behsa xeberê ji xwe hiqûq û qanûnan dûr e. Weke min berê jî gotibû, ji ber dosyaya ez hatibûm girtin hatim binçavkirin. Tekane sedema lêpirsînê jî ji bo tayînkirina qeyûm bû. Jixwe armanca wan hasil bû. Tu eleqeya lêpirsîn û teqîbatê ya hatiye destpêkirin bi qanûnan re tune ye. Di kîjan beşa axaftina min de sûc heye? Ez qala aştî, biratiyê dikim. Gotina van kengî bûye sûc?” 
 
'HÛN ÇIMA BAHÇELÎ NADARIZÎNIN?’
 
Akiş, got wî behsa tecrîda li Îmraliyê kiriye û hin kes ji vê aciz bûne. Akiş, wiha domand: “Min got ku gelên tirk û kurd hatine tecrîdkirin. Çima dema em qala yekitî û hevrebûnê dikin dibin dabeşkar? Madem dema ez qala tecrîdê dikim dibim sûcdar, wê demê Bahçelî çima nayê darizandin? Ev rewş, cotstandartî ye. Serokkomar got; ‘zilm lê hate kirin.’ Çima dema em dibêjin dibe sûc lê dema ew dibêje nabe sûc? Min mafê xwe yê rexneyê bi kar anî.” 
 
‘QEYÛM XESPKIRIN E’
 
Akiş, bertek nîşanî qedexeya walîtiyê jî da û got: “Sedema qedexeya walîtiyê amade kirî ez nînim. Jixwe li Colemêrgê her roj qedexe hene. Di çarçoveya dosyayê de li mala min, di wesayîta min, cihê meqamê û li mala keça min lêgerîn hate kirin. Tu tiştek nehate dîtin. Madem tiştek nehatiye dîtin, wê demê ev doza çi ye? Tekane armanc, tayînkirina qeyûm e. Tayînkirina qeyûman xesp e. Derhiqûqtî ye.” 
 
9 SAL CEZAYÊ HEFSÊ DA 
 
Dadgehê, piştî parastina parêzeran biryara xwe da. Şandeyê ji ber îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 7 sal û 6 meh, ji ber îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” jî salek û 6 meh cezayê hefsê da.