Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin

  • rojane
  • 16:08 24 Mijdar 2024
  • |
img
DERSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku di roja li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin derheqê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin. 
 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Dêrsimê qeyûm tayîn kir û di heman rojê de derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Piştî karûbarên li emniyetê, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin. 
 
Karûbarê îfadegirtinê yê Bîrsen Orhan a li edliyeyê didome.