NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir

  • rojane
  • 13:07 30 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên sala 2024’an eşkere kir. 

Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Amêdiyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Fermandariya Biryageha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û pevçûnên sala 2024’ê eşkere kir. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); NPG’ê da zanîn ku di şer û pevçûnan de 9 jê payebilind bi giştî 478 leşker/cerdevan/polîs hatine kuştin. Her wiha hate gotin ku 3 SÎHA jî hatine xistin. 
 
NPG’ê da zanîn ku di şer de 134 endamên HPG û YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dane.