Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:41 10 Çile 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Di qezaya bi motosîkletê ya li navçeya Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li ser Cadeya Cumhuriyetê ya Taxa Kişlayê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê motosîklêta du ciwan lê siwar, qeza kir. Welatiyên li derdorê agahî dan û li ser agahdarkirinê komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Ciwanê bi navê Muhammed Akman (18) û Cîhan Çelîk (27) di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Cenazeyên Akman û Çelîk rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.