ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 14 Çile 2025
  • |
img
* Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in û ji bo pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd pêş bikeve hewceye îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne. 
 
* Li navçeya Peyasê ya Amedê dê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” bê vekirin. (11.00)
 
* Li avahiya Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Îzmîrê dê bi daxwaza “Li dijî şer aştiyeke birûmet, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” çalakiya nobetê were destpêkirin. (12.00-16.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna Koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* Biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê dê li gelek bajaran bi çalakiyan bê protestokirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî dê tev li çalakiya li pêşiya şaredariyê bibe. (13.00-16.00) ZINDÎ