Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê

  • rojane
  • 12:29 14 Çile 2025
  • |
img
ENQERE - Wezîrên karên derve û yên parastinê yên HTŞ’ê dê sibê bên Tirkiyeyê. 
 
Esaad Hasan Şeybanî ku Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) weke Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê tayîn kirî, Murhef Ebû Kasra yê weke Wezîrê Parastinê tayîn kirî û Enes Hattab ê weke Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Giştî tayîn kirî, dê sibe bên Enqereyê û çendek hevdîtinan bikin. 
 
Hasan Şeybanî, beriya serdanê li ser hesaba xwe ya X’ê got ku weke nûnerên Sûriyeya nû, dê serdana xwe ya fermî ya ewil a Tirkiyeyê sibe bikin.